HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir 2022-03-24 17:01:38   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê dê 4’emîn Kongreya Asayî di 27’ê adarê de li dar bixe. Hevserokên HDP’a Şirnexê bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku bi ruhê 21’ê Adarê beşdarî kongreyê bibe.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê ji bo 4’emîn Kongreya Asayî ku dê di 27’ê adarê de bi dirûşma “Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" li Eywana Dawetan a Şehrî Nûh li dar bixe, banga tevlibûnê kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî dê beşdarî kongreyê bibe.    Daxuyanî li avahiya partiyê hat dayîn û rêveber û endamên HDP’ê yên bajêr û navçeyan amade bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokên HDP’ê yên bajêr Sabûha Akdag û Sebahattîn Denîz ve bi kurdî û tirkî hatin xwendin.    BANG    Di daxuyaniyê de Sabûha Akdag diyar kir ku pêwîste gel bi ruhê 21’ê Adarê tev li kongreyê bibe û wiha got: “Em ê kongreya xwe di 27’ê adarê de bi tevlibûna hevseroka me ya giştî Pervîn Buldan li Eywana Dawetan a Şehrî Nûh li dar bixin. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin kongreyê. Dem dema serkeftinê ye.”