Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir 2022-03-24 16:53:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Aydin Engîn ê ev demek bû dihat tedawîkirin, koça dawî kir.    Rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn ê demek bû ji ber emeliyatê dihat tedawîkirin, di 81 saliya xwe de koça dawî kir. Engîn roja 8’ê adarê ji ber kîsikê zirav emeliyat bûbû û ji ber enefksiyonê rewşa wî giran bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî Engîn jiyana xwe ji dest da.