Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar 2022-03-24 16:28:43   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 381’emîn de didome. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan axivî û da zanîn ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin malbatê.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar; Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 381’an de berdewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Weşan, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) çûn serdana malbatê ku çalakiya xwe li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” didomînin. Malbatê, şande bi dowîzê “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Di dema serdanê de Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan axivî û wiha got: “Em ji her alî ve bi we re ne. Em şahid in bê ka çi zilm li we tê kirin. Li her deverê em qala vê zilmê dikin. Tevî hemû zextan jî dayika Emîne têkoşîna xwe didomîne. Ev têkoşîn, têkoşîneke gelek birûmet e. Em bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînin û heta dawiyê bi we re ne.”    'SEDEMA BINGEHÎN A KRÎZAN BÊEDALETÎ YE’    Ferît Şenyaşar jî têkildarî têkoşîna malbatê agahî dan şandeyê û ev tişt anî ziman: “Tenê du daxwazên me hene. Yek ji wan daxwazan, berdana birayê min e. Li ber çavên bi sedan kesan li nexweşxaneyê 3 mirov hatin qetilkirin lê doz nehatiye vekirin. Em dixwazin ev doz bê vekirin. Ev polîtîkaya necezakirinê, kesên dixwazin sûc bikin bêhtir teşwîq dike. Ez bang li wezîrê tenduristiyê dikim; li nexweşxaneyê 3 kes hatin qetilkirin. Gelo hûn çima tiştekî nabêjin? Tevahiya cîhanê dengê me bihîst lê peywirdarên darazê dengê me nabihîzin. Gelek krîz hene û di bingeha van krîzan de jî bêedaletî heye. Heta ku bêedaletî ji holê ranebe, rêyek naçe van krîzan jî. Ji ber serdanê ez spasiya şandeyê dikim.”    DAYIKÊ BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DA   Di dema serdanê de polîsan dîmen digirtin. Dayika Emîne jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Ev saleke hûn li vir me dikişînin. Her in li pey wan kesên komkujî kirine bikevin.”    Şandeyê heta demekî bi malbatê re nobet girt û piştre jî çû.