Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin 2022-03-24 16:19:50   ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê di roja 30’emîn de berdewam kir. Jinan serdana nobedê kir û ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyan bang kirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 30’yemîn de berdewam kir. Malbatan li cihê nobedê dovîzên bi nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye vekirin. Rêveberên HDP’ê ya Navçeya Bayrakliya Îzmîrê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Îzmîrê, Dayikên Aştiyê û endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) serdana nobedê kirin.    Rêveberê HDP’a Bayrakliyê Seyîhan Gumuş di serdanê de axivî û bang li malbatên girtiyan kir ku malbatên di nobedê de tenê neyên hiştin û banga berdana girtiyên nexweş kir. Gumuş anî ziman ku li gel cezayê apê wî Mehmet Şîrîn Gumuş ê li Girtîgeha Şakranê û girtî Metîn Gumuş ê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê ye qediya ye jî nayên berdan û tevî ku cezayên wan ê 30 salî qediyaye jî li benda berdana wan bûn lê bi cezayên nû re rûbirû dimînin.    Hevseroka HDP’a Bayrakliyê Ayşe Silik jî axivî û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane bên berdan.    ‘BILA DERIYÊN HEPSAN BÊN VEKIRIN’    Dayika Aştiyê Peyrûza Kurt jî axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî dilê dayikan neşewite û rondikên çavên dayikan nerije. Hemû dayik viya heq dikin. Divê hemû dinya vê zilma li me tê kirin bibîne. Ji bo aştî pêk were divê ev deng were bihîst û deriyên girtîgehan vebin. Bi hezaran kurd di zindanan de ne. Divê êdî girtiyên me bên berdan.”    ‘BILA GIRTÎ Û OCALAN AZAD BIBIN’    Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr jî diyar kir ku heta girtiyên nexweş neyên berdan dê edalet pêk neyê û got: “Heta ku girtî bên berdan, dîwarên Îmraliyê ku birêz Abdullah Ocalan lê tê girtin were hilweşandin dê têkoşîna me bidome. Em dixwazin hemû girtî û birêz Ocalan azad bibin û girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”