Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin 2022-03-24 15:57:54   AMED - Ji 298 kesên di Newroza Amedê hatibûn binçavkirin yek jê hate girtin. Hat zanîn ku ciwanê 19 salî Bariş T.  bi hinceta dirûşma ‘Bijî Serok Apo” hatiye girtin.   Di pîrozbahiya Newroza Amedê de polîsan di ketina qadê de astengî derxistin û êrişî gel kirin. Di encama êrişê de 74 jê zarok bi giştî 298 kes hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên binçavkiriyan xelas bû. Hat zanîn ku 10 jê zarokên di bin 10 saliyê de, bi giştî 298 kes di dema binçavkirinê de û li emniyetê rastî tundî û nêzikatiya xerab a polîsan hatin. Her wiha îfadeyên gelemperiya binçavkiriyan jî bêyî ku parêzerên wan li wir bin hatin girtin.    Sedema binçavkirinê jî îdiayên “qanûna meş û çalakiyan binpê kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hatin nîşandan. Her wiha di dema îfadegirtinê de polîsan ev pirs ji binçavkiriyan kirin: “Tu çawa beşdarî Newrozê bûy? Te çawa zanî dê pîrozbahî bê kirin? Tu bi kîjan armancê tev li bûy?”   KESEK HATE GIRTIN    Ji bilî 35 kesan, tevahiya kesên hatibûn binçavkirin piştî kar û barên îfadeyê yên li emniyet û dozgeriyê hatin berdan. Îfadeyên 35 binçavkiriyan îro li emniyet û dozgeriyê xelas bûn û şandin dadgehê. Ji binçavkiriyan 34 jê hatin berdan û ciwanê bi navê Bariş T. ê 19 salî jî hate girtin.    Dirûşmên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine berzkirin û flamayên bi rengên kesk û sor û zer weke hinceta girtina Bariş T. hatin nîşandan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava wan flamayan de rengê zer tune bû lê dadgehê weke ku her sê reng hatibin bikaranîn nîşan da.    ATM Û DADGEHA BILIND WEKE SÛC QEBÛL NEKIRIBÛ   Qanûna Bingehîn û Dadgeha Bilind di biryarên xwe yên berê de diyar kiribûn ku dirûşma “Bijî Serok Apo” di çarçoveya “azadiya fikr û raman” de ye. Hat zanîn ku parêzerê Bariş T. ev biryar weke biryareke mînak nîşan da û îtîraz kiriye.