'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin' 2022-03-24 15:35:33   WAN - Rêveberê MEBYA-DER'ê Enver Taş ku serdana Nobeda Edaletê ya Wanê kir, xwest mirina girtiyan a di nav hefteyê de demildest bê ronîkirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 98'an de berdewam dike. Îro dayika Rojhat Aydin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî ye Heme Aydin nobedê berdewam kir. Rêveberê MEBYA-DER'ê serdana nobedê kirin. Rêveberê MEBYA-DER'ê Enver Taş, di serdanê de axivî û diyar kir ku piştgiriya nobedê dikin.    'EM SEDEMA MIRINA CIWANÊN XWE NIZANIN'   Taş, destnîşan kir ku li ser gelê kurd polîtîkayên zext û zilmê tên meşandin û wiha got: "Li girtîgehan ev zilm zêdetir e. Keda ku dayik didin pîroz e. Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê Sînan Kaya û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî Şervan Can Guder bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Em hê jî sedema mirina her du ciwanên xwe jî nizanin. Demildest divê mirina wan ronî bibe û vê zilma li ser me bi dawî bibe. Xwedê vê zilmê qebûl neke."   'DIVÊ SERÎ NETEWÎNIN'   Di berdewamê de Taş, xwest ku Nobeda Edaletê ya malbatan bê tenê neyê hiştin û wiha axivî: "Divê em hê bêtir li dayikên xwe xwedî derkevin û ked bidin. Divê ev bar tenê li ser milê dayîkan neyê hiştin û li dijî zilmê serî neyê tewaindin. Divê em netirsin. Heke em li dayikan xwedî dernekevin, wê zilma li ser me zêdetir bibe. Em jî mîna her gelî dixwazin azad bijîn. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin û berdan. Çima girtî nayên tedawîkirin? Divê em bibin dengê kesên girtî."