Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir 2022-03-24 15:27:14   STENBOL - Malbatên girtiyan, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Stenbolê jî dest bi nobeda edaletê kirin.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, piştî Amed, Wan û Îzmîrê li Stenbolê jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin dest bi Nobeda Edaletê kirin. Wê nobed her hefte rojên pênçşeman bi 3 malbatan li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bê girtin. Nobeda îro ji aliyê dayika girtî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonkarahîsarê tê girtin Cemîle Karakaş, xwişka girtî Omer Dag ê li Girtîgeha Balikesîrê tê girtin Gulsum Dag û dayika girtî Yakûp Akman ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin Fincê Akman ve hat girtin.    Parêzera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Jiyan Çagirtekîn piştgrî da malbatan.    'EM JI BO MAFÊN ZAROKÊ XWE KETIN NOBEDÊ'   Malbat li ber Edliyeya Stenbolê derbarê nobeda xwe de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de li ser navê malbatan dayika girtî Yakûp Akman, Fincê Akman axivî û diyar kir ku ew ji bo ji hemû girtiyan re edalet pêk bê dest nobedê dikin û wiha got: "Dewlet dibejê, 'em edaletê pêk tînin'. Me jî weke dayikên girtiyan got, 'Ka em biçin ji bo zarokê xwe nobeda edaletê bigirin û binerin wê edalet bi cih bê'. Cezayên giran didin zarokên me, bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Bila zarokê me berdin, em îro jî bo adaletê li hev kom bûne û em ji bo mafên zarokê xwe ketin nobeda edaletê. Zarokên me bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin. Bê sûc û bê sedem cezayê giran didin zarokên me û wan mehkûmê mirinê dikin. Çi ji zarokên me dixwazin? Bila werin berdan ka sucê wan çî ye? Zarokên me dizî, tacîz û dest dirêjî kesê nekirine."   'HEYA ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHA BAŞ NEBIN EM Ê DAWÎ NEKIN'   Di berdewamê de Akman, da zanîn ku zarokê wan di girtîgehan da bi pêkanînên nebaş re rû bi rû ne û ev tişt got: "Zarokên me li girtîgehan birçî û tî dihelin. Li girtîgehên Tirkiyeyê tundiya derûnî li zarpkên me dikin. Em bêedaletiya dewletê qebûl nakin. Ew çava cîhanê li ser serê me dikin zindan em ê jî cîhanê li wan bikin zindan. Em dev ji doza xwe bernadin û ji bo hemû girtiyan li vê derê ne. Heya şert û mercên girtîgehan baş nekin û girtiyê nexweş neyên berdan em ê nobeda xwe dawî nekin. Di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş çima nayên berdan? Dewlet çima ji siyasetmedareke nexweş ditirse?. Bi hezaran girtiyên me di girtîgehan de nexweş in.    'EM Ê HEYA DAWIYÊ LI PEY DOZA ZAROKÊ XWE BIN'   Akman, bi lêv kir ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehan pêwistiyên xwe dabîn bikin û ji ber nexweşiyên xwe yê giran nikarin baş li xwe binêrin û bang kir ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ka edalet, li kuderê ye?. Em edaletê dixwazin, çima edaletê nayê? Dewlet ji bo çi hene? Hûn dizanin me bigrin, binçav bikin û tundiyê li me bikin, lê nizanin edaletê pêk bînin. Em edaleta wiha bêhiqûqî qebûl nakin, hevce bike em ê vê dozê heya Ewropa bibin. Heya em hebin, dilopekî xwîna me hebe em ê li pey doza xwe bin. Em ê heta dawiyê li cem doza zarokê xwe bin.”