Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-03-24 14:52:00   MÊRDÎN - Medya Çinar a di sala 2019’an de li girtîgehê dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Medya Çinar li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E’yê di 25’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû. Malbat û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê Çinar li ser gora wê ya li gundê Margik a bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve bibîr anîn. Dayikên Aştiyê jî tevli bîran3inê bûn. Şandeya HDP’ê û jinan ji aliyê dayika Çinarê, Çaçan Çinar ve hat pêşwazîkirin. Li ser gorê deqîqeyek rêz hat girtin.    Hevseroka HDP’a Qoserê Aysel Ayav di bîran3inê de axivî û got ew ê xwedî li têkoşîna Medya Çinar û hevalên wê derkevin û cangoriyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.    Pişt re aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û destnîşan kir ku ew ê li dijî tecrîdê têbikoşin û Medyayê û cangoriyên din ji bîr nekin.    Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.