Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da 2022-03-24 13:52:39   AMED - Girtiyê nexweş ê 80 salî Abdûllah Boran ku ku 26 sal bûn girtî bû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Abdûllah Boran ê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat girtin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Li ser agahî girtinê malbat çû nexweşxaneyê û cenazeyê Boran girt û bir navçeya Bismilê. Cenazeyê Boran li gundê Tezekan ê navçeyê hat veşartin. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê û gelek kes tevlî merasîma veşartina Boran bûn.   26 SAL BÛN GIRTÎ BÛ   Hat hînbûn ku Boran, di sala 1997'an de bi sûcdariya "xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê" hatibûye girtin û cezayê muebbetê lê hatibûye birîn. Hat diyarkirin ku Boran 26 sal bûne girtî bûye û beriya du salan bi pençeşêra kolonê ketiye û 7 meh bûye li beşa lênêrîna zêde ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê destê wî kelemçekirî hatibûye tedawîkirin.