Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin 2022-03-24 13:47:42 AMED - Malbatên girtiyan, di roja 129'emîn a Nobeda Edaletê de li ber Edliyeya Amedê hatin gelhev û di bin dorpêça polisan çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin, li Amedê dabûn destpêkirin di roja 129'emîn de berdewam dike. Malbat îro li ber Edliyeya Amedê hatin gelhev. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER),  Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên ku Xizmên xwe di Bexçeyê Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê  (MED-DER) jî xwestin tevlî daxuyaniyê bibin.   'MIROV DIMIRIN'   Polisan beriya ku malbat bên ber edliyeyê polisa dora edliyeyê dorpêç kir û destûr neda ku endamên rêxistinên sivîl tevlî çalakiya malbatên girtiyan bibin. Li ser vê malbatên girtiyan li ber edliyeyê bi kesên ku ji bo piştgiriya wan hatibûn re li dijî astegkirina polisan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya rûniştinê xizma girtiyan Herdem Merwanî bertek nîşanî polisan da û ev tişt got: "Mirov dimirin, canê me diêşê."   Çalakî bi çepij û dûrişmeya "Heq, hiqûq, edalet" bidawî bû.