Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin 2022-03-24 13:42:51   STENBOL - Ji 22 kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin îfadeyên 5 ji wan hatin girtin. Tê payîn ku kesên îfadeyê wan hatine girtin sewqî dozgeriyê bên kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê ve hatibû destpêkirin de Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Alîşan Şahîn jî di nav de 23 kes li bajarên cuda hatibûn binçavkirin. Van kesên ku bi hinceta ji xizmên xwe yên girtî re pere şandine girtîgehê hatibûn binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Bolûyê. Duh Parêzer Şahîn piştî ku îfadeya wî hatibû girtin hat berdan û kesên din li Miduriyeta Polisan a Bolûyê tên ragirtin.    22 KES HÊ JÎ DI BIN ÇAVAN DE NE   Ji 22 kesan 5 jê îfadeyên wan hatin girtin û îfadeyên kesên din hê nehatine girtin. Kesên ku îfadeyên wan hatine girtin li bendê ye ku sewqî dozgeriyê bên kirin.