Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin 2022-03-24 13:30:58 AMED - Derbarê polîsê ku bi maşîneya zirxî Efe Tektekîn kuştibû de di navbera 2 û 6 salan de cezayê hepsê hat xwestin. Danişîna biryarê taloqî 5 roj şûnde hat kirin. Li navçeya Rezana Amedê di 11’ê îlona 2019’an de Efe Tektekîn ê salî ku dixwest di cadeyê de derbasî hember bibe, polîs Îdrîs Aksoy wesayîta zirxî lê qelibandibû û ew kuştibû. Ji sûcê “Bûye sedemê mirina biqisûr” doz li polîs hatibû vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Polîsê bersûc ku berê hatibû girtin û pişt re hatibû berdan û parêzerên her dua liyan di danişînê de amade bûn.    SAZIYA TIBA EDLÎ BERSÛC ‘QISÛRDARÊ TALIYÊ’ DÎT    Li gorî gorî rapora pispor a derbarê bûyerê de hatibû amadekirin polîsê bersûc wek kesê “qisûra taliye” hat dîtin. Her wiha Saziya Tiba Edlî jî raporek amade kir û polîsê bersûc wek kesê “qisûra taliye” dît.    Parêzeran di danişînê de îtîrazên xwe yên li hember rapora hatiye amadekirin pêşkêş kirin û li dosyeyê hatiye zêde kirin.    BERSÛC ÎDIA DIKE KU BÊSÛC E   Polîsê bersûc Îdrîs Akosy jî di danişînê de axivî û îdia kirku ew bêsûc e û xwest bê beraetkirin.   Parêzerê bersûc jî xwest ku raporek nû derbarê bûyerê de bê amadekirin.    Parêzerên malbata Tektekîn jî rapora Saziya Tiba Edlî ku bersûc wek “qisûrdarê taliye” nîşan daye rexne kirin û xwestin raporek nû bê amadekirin. Parêzeran xwest dîmenên wesayîtê ku girtiye jî li dosyeya dozê bê zêdekirin.    Dozger bi hêceta ku daxwazên hatine kirin dê nûjeniyê li darizandinê neke û xwest biryara redkirinê bê dayîn. Serokê dadgehê jî delîlên heyî û raporên Saziya Tiba Edlî li ber çavan girt û daxwaza amadekirina raporek ji nû ve red kir.    Dozger xwest bersûc ji sûcê “bûye dema mirina biqisûr” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hepsê lê bê birîn.    5 ROJÊN DIN DÊ BIRYAR WERE DAYÎN   Parêzerên aliyan li dijî mutalaya dozger dem xwestin. Dadger daxwaza demê qebûl kir û danişînê taloqî 29’ê adarê kir.