Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye 2022-03-24 11:30:47   MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê, hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan a gundê Meşkîna tuneye.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ji ber arîzeya ku nayê derbaskirin hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan a gundê Meşkîna tuneye. Gundiyê bi navê Mûstafa Reşîtoglû, da zanîn ku trafoya wan şewitiye û nayê çêkirin û wiha got: "Ji ber vê 3 meh in timik arîze çêdibe, lê nayê çêkirin. Me bi Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) re hevdîtin kir. Lê pirsgirêk çareser nebû. Herî dawî agir bi trafoyê ket. Gund tariyê de ma. Hefteyeke wiha ye. Em mexdûr bûne. Em dixwazin bê pirsgirêkê çareser bikin. "