Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin 2022-03-24 10:02:31   ENQERE - Teklîfa ku AKP derbarê qanûna hilbijartin û partiyên siyasî de amade kir, di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin.    Teklîfa qanûna hilbijartinê ya nû ku ji aliyê AKP’ê hat rojevê, piştî hevdîtina 17 saetan di Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisê de hat qebûlkirin. Bi teklîfa qanûna nû re dê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 dakeve ji sedî 7’an. Tê payîn k udi rojên pêşiya me de li Desteya Giştî ya Meclîsê li ser vê teklîfê hevdîtin bên kirin.