ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-24 09:00:00 * Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li Newroza 2022'yan da û wiha got: "Divê her kes ji vê daxwazê re rêz bigire. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e."    * Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku divê êdî rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin û ev tişt got: "Qadên Newrozê nîşan dan ku çareseriyeke bê Ocalan ne pêkan e. Divê herkes li dora vê daxwazê bibe xelek."    * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku bi pîrozkirina biçoş a Newrozê bersiv dane kesên ku digotin "taqeta wan nemaye" û ev tişt got: "Divê desthilat jî muxalefet jî guh bide dengê ji qadan bilind bû"   * Huseyîn Dûman ku di sala 1994'an de li Wanê hat girtin û piştî AYM cardin derbarê wî de biryara ji nû ve darizandinê da hat berdan, ji bo tiştên hatine serê wî got: "Trajedî ye."    * Girtî Ramazan Tûran û Selman Buyuktop, li girtîgeha ku sewqê wê hatinkirin di lêgerîna tazîre hatin derbaskirin û bi pêkanînên îşkenceyê re rû bi rû man.    * Ersîn Adiyaman ku 5 sal in kilamên dengbêjiyê dibêje, bi deng û awaza xwe balê dikişîne ser xwe.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 381'emîn de berdewam bike.    * Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, dê bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûm li hotêleka bajêr civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)   * Medya Çinar a li Girtîgeha Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, dê li ser gora xwe ya li Qoserê were bibîranîn. (11.00)   * Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê ya Demokratîk dê bi wesîleya salvegera tayînkirina qeyûmên şaredariyên navçeyan daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bike. (13.00-16.00)    * Festîvala Filmên Kurdî ya Stenbolê ya 2'yemîn dê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşliyê dest pê bike. (19.00)