Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da 2022-03-23 21:21:48   ÊLIH - Li Taxa Çamlitepeyê li texma bihura Hemzemînê trên li Mehmet Alî Sevîmê 17 salî qelibî. Sevîm, jiyana xwe ji dest da.    Li texma bihura Hemzemînê ya Taxa Çamlitepe ya Êlihê Mehmet Alî Sevîm ê 17 salî gava xwest derbasî wî aliyê rê bibe, trêna Ekspresa Kûrtalanê lê qelibî. Sevîm ku di bin trênê de ma jiyana xwe ji dest da. Cenaze Sevîm ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê.   Cenazeyê Sevîm dê piştî otopsiyê li gundê Zîlanê yê navçeya Hezo ya Êlihê bê veşartin.