Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê 2022-03-23 18:15:36   STENBOL – Polîsên avêtin ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Kartalê, dest danîn ser kovar û wêneyên li avahiyê û gel jî bi berzkirina dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" êrişa polisan protesto kir.    Îro danê nîvro polîsan avêt ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartal a Stenbolê. Hat hînbûn ku polîsan di demeke ku hevserok û rêvebir ne li partiyê bûne avêtina ser avahiya partiyê. Her wiha hat hînbûn ku avêtina ser partiyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ya Stenbolê bi îdiaya "pesindayîna sûc û sûcdar" hatiye kirin.    Di avêtina ser avahiyê de polîsan dest danîn ser wêneyên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û hejmarên kovara Demokratîk Modernite û Jineolojiyê   Piştî polîsan avêt ser avahiya partiyê gelek partiyî û welatî berê xwe dan partiyê. Girseyê li ber avahiya partiyê êrişa polîsan bi berzkirina dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" protesto kir.    Lêgerîna li avahiya navçeyê bi dawî bû, lê hê jî polîs û wesayîtên wan ên zirxî li ber avahiya partiyê ne û girse jî li ber avahiyê ye. Tê payin ku Hevserokên HDP'a Stenbolê li avahiya partiyê daxuyaniyê bidin.