Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên 2022-03-23 17:11:16   ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê ku komeke nijadperest êrişî wan kiribû, diyar kirin ku êriş nikarin pêşiya têkoşîna wan bigirin û peyam dan ku ew bi hêztir û rêxistinkirî tên.    Komeke nijadperestan piştî pîrozbahiya Newrozê ya xwendekarên zanîngehê ya li Kampusa Beytepe ya Zanîngeha Hacettepeyê duh êrişî xwendekaran kiribû. Xwendekarên zanîngehê têkildarî êrişê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Metnê daxuyaniyê li ser navê xwendekaran Eda Kahraman xwend.  Kahraman, da zanîn ku weke xwendekarên Hacettepeyê ji bo Newrozê duh li Kampusa Beytepeyê hatin gelhev û wiha got: “Dema em ji bo Newrozê hatin gelhev, polîsên faşîst ên sivîl û hêzên ewlehiyê yên zanîngehê êrişî me û pankartên me kirin, gef li me xwarin û heqaret li me kirin.”   ‘JI BER NASNAMEYA ME ÊRIŞÎ ME KIRIN’   Kahraman, diyar kir ku dema Newroz pîroz dikirin, ulkucu, polîs û hêzên ewlehiyê êrişî wan kirin û wiha berdewam kir: “Ev çeteyên bi kêr, sator û her cure amûrê bibirê ketin zanîngehê û hewl dan êrişî me bikin, pişt re weke tiştek neqewimî be li zanîngehê sekinin. Em ji ber nasnameya xwe ya welatparêzî û şoreşgeriyê dibin hedefa çeteyên faşîst ên alçax. Êriş nikarin pêşiya têkoşîna me bigirin. Em dîsa dibêjin, em li vir in li dijî we ne. Em bi mezinbûn, bi hêztir û rêxistinkirî tên.”   ‘EM ŞOPDARÊN PÊVAJOYÊ NE’   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Tûnahan Gozlugol jî piştî daxuyaniyê axivî. Tûnahan, bi bîr xist ku ji ber xwendekaran xwestiye di çarçoveya mafên xwe yên makeqanûnî de çalakiyê li dar bixin faşîstan êrişî wan kirine û da zanîn ku weke ÎHD wê şopdarên pêvajoyê bin.