Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin 2022-03-23 16:33:56   AMED - Ji 298 kesên piştî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê hatine binçavkirin 35 jê hêjta li emniyetê tên ragirtin. Hat zanîn ku di nav de jin û zarok jî, gelek kesên hatine binçavkirin rastî tundiya polîsan û nêzikatiyeke xerab hatine.    Dewleta ku tehemûla pîrozbahiya Newrozê ya Amedê nekir, êrişî girseyê kir. Pîrozbahî hêjta berdewam dikir ku jin û zarok jî di nav de, bi sedan kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de ji dayikên ku pitikên wan gel heta zarokên di bin 10 saliyê de, gelek kes hebûn.    Hêzên dewletê sedema binçavkirinê jî weke berkirina cil û bergên kurdî û yên bi rengên kesk, sor û zer nîşan dan. Gelemperiya kesên hatine binçavkirin, rastî tundî û nêzikatiya xerab a polîsan hatin û li şaxên TEM, KOM û Midûriyeta Zarokan ên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hatin ragirtin.    74 JÊ ZAROK BI GIŞTÎ 298 KES BINÇAV KIRIN    Malbatên ku agahiya binçavkirina xizmên xwe bihîstîn, herikîn ber deriyê Şaxa Midûriyeta TEM’ê. Piştre jî parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên Baroya Amedê jî çûn emniyetê. Ji parêzeran re hat gotin ku 74 jê zarok bi giştî 298 kes hatine binçavkirin. Parêzeran da zanîn ku heta saet 21.00’an jî destûra hevdîtina bi binçavkiriyan re nehatiye dayîn.    CIH NEMA LEWMA LI KONTEYNIRÊ HATIN RAGIRTIN    Bi taybet jî ji ber ku li Şaxa TEM’ê cih nemabû, gelek kes tevî hewayê sar jî bi saetan li konteynirên li baxçeyê şaxê hatin ragirtin. Malbat neçar man ku pitikên ku dayikên wan di bin çavan de bînin emniyetê.    WE JI KU ZANÎ DÊ PÎROZBAHÎ BÊ LIDARXISTIN?    Kar û barên îfadegirtinê piştî nîva şevê dest pê kir û gelemperiya îfadeyan jî bêyî parêzeran hatin girtin. Kesên binçavkirî bi tawanên “binpêkirina qanûna civîn û meşan” û “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Di dema îfadegirtinê de pirsên weke “Tu ji ku tev li Newrozê bûyî?”, “Te çawa zanî ku dê pîrozbahî bê lidarxistin?” û “Tu bi kîjan armancê çûy pîrozbahiyê?” hatin kirin.    JI ZAROKAN MÎNAKA XWÎNÊ GIRTIN   Ji 74 zarokên hatine binçavkirin ku emrê wan di navbera 13-14 salî de bûn 42 jê piştî kar û barên îfadegirtinê, di nîva şevê de hatin berdan. Li ser fermana dozgeriyê, 32 zarokên din jî rojek piştre ji bo îfadeyê şandin edliyeyê.    Piştî îfadeyê, tevahiya zarokan hatin berdan. Balkêşe ku beriya îfadeyê, dozgeriyê xwest ku mînakên xwînê yên zarokan bên girtin.    Ji bilî 35 kesan, tevahiya kesên hatine binçavkirin piştî kar û barên îfadeyê hatin berdan. Hat zanîn ku piştî xelasbûna kar û barên li emniyetê, 35 binçavkiriyên din jî dê sewqî dozgeriyê bên kirin.