Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve 2022-03-23 16:13:18   ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dabû destpêkirin, didome. Di çalakiya îro de hat gotin ku divê her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiya malbatan derkeve.    Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş li Baroya Îzmîrê daye destpêkirin, di roja 29’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibûn daliqandin.    Ji welatiyên hatine serdana malbatan Hediye Korkut bertek nîşanî paşguhkirina daxwazên malbatan da û ev bang li hemû sazî û partiyan kir: “Gelo ev malbat çima li vê derê ne? Werin û derdê wan jê bipirsin. Wan bi tenê nehêlin. Em dixwazin ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe. Her wiha di serî de Aysel Tugluk, em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hemû siyasetmedarên me dîl hatine girtin. Em dixwazin hemû jî werin berdan.”    BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Korkut, di berdewamê de ji bo Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin edalet xwest û wiha bi dawî kir: “Ne tenê HDP lê divê partiyên din jî girîng bi vê dozê bidin. Ev komkujî, li dijî kurdan hate kirin. Divê neyê qebûlkirin. Her wiha divê her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiya malbatên girtiyan derkeve.”