Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir 2022-03-23 15:47:10     STENBOL - Danişîna doza 46 kesan ku Dayikên Şemiyê û kesên di encama êrişa hefteya 700’emîn de hatibûn binçavkirin jî di nav de jê tên darizandin dest pê kir.    Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxa 2018’an de li Meydana Galatasarayê ya Taksîmê xwestin çalakiya 700’emîn li dar bixin. Polîsan mudaxileyî dayikan kir gelek ji wan hatin binçavkirin. Derbarê 46 Mirovên Şemiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû û xizmên windakiriyan beşdarî danişînê bûn.    Di daxuyaniya beriya danişînê li pêş edliyeyê hate dayîn de pankarta “Lêgerîna me ya heqîqet û edaletê di vê dozê de tê darizandin” Dayika yek ji windakiriyan Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz ewilî axivî û wiha got: “Min edalet di sala 1995’an de nas kir. Ji bo gilî bikim çûm Edliyeya Kocaeliyê. Bi nihêrîna li rûyê polîsan ez çûm pirsa kurê xwe bikim. Lê belê polîs nehatin, ji ber ku mijûl bûn îfadeya nivîskî xwendin û min wê rojê fêm kir ku edalet nîne. Dema min pirsa kurê xwe li Îzmîrê kir gotin 'kurê te yê psîkopat bi me re lîst'. Bi tîpên mezin edalet dinivîse, lê wê edalet hebe? Eger edalet hebûya, piştî Kocaeliyê li Îzmîrê ez ê ne li vir bûma. Min xwest baweriya xwe bi edaletê bînim.”   ‘ESAS EM IN GILÎKER’   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku bi salan e lêgerîna wan a edaletê didome û wiha axivî: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. Esas em in ên gilîker, faîl li ku ne? Çima hûn ceza nakin. Kesên ku em kirin bersûc divê şerm bikin.”   DOZEKE BÊ BINGEHE   Berpirsyariya Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Milena Buyum, diyar kir ku neheqiye ku Dayikên Şemiyê bên darizandin û got: “Em ê vê dozê bişopînin. Divê demildest ev doz were bi dawî kirin û herkes beraet bike. Ji ber ku dozeke tu bingehên wê nîne ye.”   TU HUKMÊ DOZÊ NÎNE   Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Umît Efe, bi lêv kir ku ji bo ku mafên gelek mirovan biparêze beşdarî danişînê bûye û wiha axivî: “Li vir bi dehan Dayikên Şemiyê hene. Em dixwazin hûn dest ji dozê berdin, tu hukmê wê nîne. Destan jê berdin.”   Keça yek ji windakiriyan Fehmî Tosûn, Besna Tosûn jî bi bîr xist ku mafê herkesê yê dayîna daxuyaniyê û kombûnê heye û got: “Ji ber me ev mafê xwe bikaranî em îro li Edliyeya Çaglayanê ne. Ji ber ku ew mafê me yê hemwelatibûyînê naparêzin. Tu makeqanûn nemane, Tirkiye bêmakeqanûn hatiye hiştin. Qasî ku desthilat destûrê bide dikarin mafên qanûnî bikarbînin.”   ‘DOZA KU MAKEQANÛNÊ TUNE DIHESIBÎNE’   Tosûn, bi lêv kir ku desthilat darazê weke amûreke ku civakê pê bêdeng bike dibîne û got: “Ev doz dozeke ku makeqanûn tune tên hesibandine. Ji ber vê yekê em bi hêza mafdarbûna xwe bang li wan kesên bi rêya darazê dixwazin çavên me bitirsînin dikin; Hûn nikarin me bitirsînin, em ê tu car dest ji lêgerîna hezkiriyên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bernedin.”