Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye 2022-03-23 15:27:55   STENBOL - Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku doza wan dozeke kompasê ye û wiha got: “Em dixwazin vê bibêjin; em kesên ku bi girtin û lêdana cendirme û polîsan terbiye dibin nînin.”    Danişîna 5’an a doza bi îdiayên “Rêveberiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” derheqê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz û 19 kesên din de hatiye vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişîna dozê de ku li Girtîgeha Sîlîvriyê hate dîtin, Selçûk Kozagaçli, Barkin Tîmtîk, Oya Aslan û Ozgur Yilmaz jî amade bûn. Li gel parêzeran, gelek serokên baroyan û hiqûqnasan jî danişîn şopand.    Di danişînî de kesê bi navê Mûrat Sûr ku di dosyayê de weke “şahid” hatibû destnîşankirin axivî. Îfadeyê Sûr li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatibû girtin û îfadeyê wî ji hêla dozgeriyê ve li dosyayê hatibû zêdekirin. Sûr, diyar kir ku daxwazeke wî ya weke “poşmaniya karîger” ji 32’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê çênebûye lê tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê girtek girtine û haya wî jî piştre jî ji vê rewşê çêbûye. Sûr, da zanîn ku di dema kar û barên îfadegirtinê de parêzer amade nebûn, parêzer piştre hatiye û îfade îmze kiriye, îfade beriya ku were xwendin hatiye îmzekirin, tiştên ku wî negotibûn li îfadeyê hatine zêdekirin û wî jî ev yek piştre ferq kiriye. Derheqê parêzeran de jî Sûr wiha got: “Parêzeran ji min wiha pirsî; ‘Gelo parêzer Barkin Tîmtîk û Ebrû Tîmtîk li girtîgehê hatibûn serdana te yan na?’ Min jî got; ‘erê.’ Ew parêzerên min in. Ji ber ku wê demê parêzerên min bûn. Lê min di îfadeya xwe de negot; ‘li ser navê rêxistinê fermanan didin min.’”    DELÎLÊN SEXTE    Ji parêzeran Dervîş Emre Aydin di parastina xwe de destnîşan kir ku bi rêyên derqanûnî delîlên sexte hatine amadekirin. Parêzer Oguzhan Topalkara jî got ku ew girtina hevalên xwe qebûl nakin, dozgerê ku îdianameya dozê amade kiriye qaçax e û xwest ku hevalên wan bên berdan.    ‘DOZA KOMPASÊ’   Piştre Selçûk Kozagaçli mafê axaftinê girt û wiha got: “Şêweyê lêpirsîna ku 33’yemîn Dadgehên Cezayên Giran a Stenbolê derheqê min de vekiriye, şêweyeke kompasê ye. Ev doz, doza kompasê ye. Îtîrafkar û parêzerê kadro yê TEM’ê Suleyman Taşbaş, bi vekirî got ku beriya bikeve îfadeya kesên li TEM’ê di bin çavan de, îfadeyên wan îmze kirine û pere wergirtine. Taşbaş, niha girtî ye û ji parêzertiyê hate avêtin. Hemû şahid jî di gelek dosyeyan de hatin perwerdekirin û bûn şahid. Dosyaya 33 ACM, kompasa derheqê buroya me de vedibêje. Dema di girtîgehê de min bavê xwe winda kir û niha jî xesûya min nexweş e. Em jî vê dibêjin; em ne ew kesin ku bi girtinê û lêdana cendirme û polîsan terbiye bibin. Em bi birçîhiştinê terbiye nabin. Me Ebrûya xwe winda kir di vê dosyayê de.”    Parêzer Oya Aslan jî xwest ku azadiya wan a hatiye xespkirin bila dîsa li wan were vegerandin. Parêzer Barkin Tîmtîk jî destnîşan kir ku baweriya wî bi dadgeh û pergala darazê nayê. Di danişînê de parêzer Ozgur Yilmaz jî daxuyand ku ew tu caran teslîm nebûn û dê teslîm nebin jî.    Şandeya dadgehê piştî navberekê kin, biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya Kozagaçli, Tîmtîk, Yilmaz û Aslan berdewam bike  û danişîna dozê taloqî 1’ê hezîranê kir.