Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve 2022-03-23 14:17:39   ENQERE - Şandeya Doza Sereke ya JÎTEM’ê diyar kir ku Wezareta Edaletê hêjta bersiva wan nedaye. Parêzeran jî da zanîn ku wezaret hewl dide dosyayê bi demê re vehêle û doz bikeve.    33’yemîn danişîna Doza Sereke ya JÎTEM’ê û doza cînayeta Mûsa Anter ku bi doza kuştina Ayten Ozturk (di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi kodê Yeşîl ve hatibû kuştin) re kiribûn yek, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de li gel parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Togrul û Muazzez Orhan, her wiha Hevserokên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Fatîn Kanat û Sevîl Turgut, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, Hevseroka HDP’a Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglu, rojnameger Huseyîn Aykol, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û gelek kesên din jî amade bûn.    WEZARETÊ TU BERSIV NEDAN NIVÎSAN    Serokê dadgehê di danişînê de agahî û belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin ragihand û ev agahî dan: “Derheqê kuştina îtîrafkarê bi navê Cemîl Işik ku kodê ‘Hogir’ bi kar tîne de me ji Wezareta Edaletê agahî û belge xwestin lê bersivek nehat dayîn. Şertê kontrola edlî yê bersûc Hamît Yildirim hêjta berdewam e. Ji bo biryara qedexeya derketina derve ya derheqê bersûc Abdulkadîr Aygan (Azîz Turan) de me ji Wezareta Edaletê re nivîs şand lê tu bersiv nedan. Ji bo fermana girtina bersûcên bi navên Abdulkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Muhsîn Gul û Mehmet Zahît Karadenîz me ji wezaretê re nivîs şandin lê tu bersivek nedan me.”    Serokê dadgehê da zanîn ku li ser pêşnûpirsa ku parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu ji bo wezaret bibersivîne dabû, li ser daxwaza wezaretê wan jê re agahî şandine.     DAXWAZÊN TEVLIBÛNÊ RED KIRIN    Parêzer Gunîzî Satar li ser navê ÎHD’ê û parêzer Zulkuf Uçar jî xwest li ser navê Baroya Wanê tev li dozê bibin. Lê parêzerên bersûcan û dozgeriyê xwestin ev daxwaz bên redkirin. Şandeya dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir.    ‘WEZARET DI NAVA HEWLDANAN DE YE’   Piştre jî kurê Anter, Dîcle Anter axivî û da zanîn ku demekî kin ma ye ku doz ber dem borînê bikeve. Anter, xwest ku kar û barê tespîtkirina parastina bersûc Abdulkadîr Aygan bê temamkirin.    Parêzera malbata Anter, Nûray Ozdogan diyar kir ku wezaret di pêvajoya peyketin û lêpirsînê de ketiye nava hewldana astengkirina pêşketina dozê û wiha domand: “Yên ku biryarên we bêbandor dike jî wezarete. Wezaret nahêle îfadeyê Abdulkadîr Aygan bê girtin. Wezaret hewl dide dosyayê bi demê re vehêle da ku dosya bikeve. Xuyaye ku wezaret û hin kesên di nava dewletê de dixwazin ev doz bikeve. Bi taybet jî di sûcên rêxistina JÎTEM’ê de biryara dem borînê didin. Saziyên dewletê ji bo ku delîlên di dosyayê de neyên ber destê dadgehê, di nava hewldanên taybet de ne. Lewma jî divê hûn mijara dem borînê ji rojeva xwe derxînin.”    DOZ TALOQ KIRIN   Parêzerê bersûc Hamît Yildirim xwest ku biryara kontrola edlî ya li ser muwekîlê wî bê rakirin lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo wergirtina îfadeyê Abdulkadîr Aygan ji Wezareta Edaletê re nivîs were şandin, derheqê kuştina bersûc Cemîl Işik da ji bo ku bi derveyî welat re têkiliyan deynin ji wezaretê re nivîs bê şandin û xwe li benda bersiva wan bigirin. Danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê hat kirin.   Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parêzer Nûran Ozdogan dema diaxiviya polîsan êriş kir. Dîcle Anter û parlamenteran bertek nîşanî êrişa polîsan dan.