Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn 2022-03-23 13:56:36   AMED - Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Firat Akdenîz di danişîna doza lê dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn.    Li endamê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Firat Akdenîz ji doza lê dihat darizandin cezayê hefsê lê hatbirîn. Danişîna doza ku Akdenîz ji “endamtiya rêxistinê” lê dihat darizandin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna Akdenîz ê negirtî dihat darizandin de parêzerên wî yên rêveberê ÎHD’ê ne amade bûn. Rêveberên Şaxa Egîtîm Sen a Amedê û polîsên sivîl jî beşdarî danişînê bûn.    Dozgeriyê xwest ku Akdenîz ji “endamtiya rêxistinê” were cezakirin. Parêzer Lutfûllah Yalçin bi lêv kir ku tevlî mutaalaya dozger nabin û da zanîn ku sedemê vekirina dozê ji ber polîsên ku di daxuyaniyeke di sala 2019’an de îşkence li muwekîlê wî kirine gilî kirine ye. Yalçin, bi lêv kir ku bi vê doza derbarê muwekîlê wî de hatiye vekirin, hewl tê dayîn tol were hilanîn.    POLÎSÊN SIVÎL HATIN DERXISTIN   Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Prz. Abdûllah Zeytûn jî bi lêv kir ku beyanên şahidên nepen ên di dosyayê de weke delîl nikarin bigirin dest û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Parêzer Yakûp Guven jî beriya parastina xwe bala dadgehê kişand polîsên sivîl ên di nav beşdarvanan de û wiha got: “Niha 3 kesên ku em difikirin polîsên sivîl in di eywanê de ne û ev kes her tim nîşeyan digirin. Birêz dadger ev bi fermana we li vir in. Heke li ser wan çek hebe divê ji eywana danişînê derkevin.” Li ser vê yekê serokê dadgehê ji cihê ku beşdarvan lê rûniştî pirsa “Li eywanê polîs hene?” kir. 3 kes rabûn ser pêya û gotin polîs in. Piştî nirxandina şandeya dadgehê ya di navbera xwe de serokê dadgehê ferman da ku polîsên sivîl ji eywanê derkevin.   6 SAL 3 MEH CEZAYÊ HEFSÊ LÊ HAT BIRÎN   Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran li Firat Akdenîz 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.