AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e 2022-03-23 12:47:08   AMED - AYM’ê têkildarî hezar û 809 serlêdanên derbarê nedayîna rojnameyên Yenî Yaşam, Ozgurlukçu Demokrasî, Bîrgun, Evrensel û Cumhuriyetê ya girtiyan de biryar da ku ev yek “binpêkirina azadiya ramanê ye”.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî hezar û 809 serlêdanên derbarê nedayîna rojnameyên Yenî Yaşam, Ozgurlukçu Demokrasî, Bîrgun, Evrensel, Cumhuriyet, Yenî Asya, Aydinlik, Ortadogû, Mîllî Gazete, Karar û Ozgur Gelecek û hin hejmarên kovaran ên di navbera salên 2017 û 2020’an de ya girtiyan de biryar da ku ev yek “binpêkirina azadiya ramanê ye”.   HÊCETÊN NEDAYÎNÊ    AYM’ê diyar kir ku rojname û kovar bi hêcetên “propagandaya rêxistinê’ , “Xwedî naverokeke ku ewlehiya girtîgehê têxe xetereyê” , “teşwîqkirina mirovan a çalakiyên weke greva birçîbûnê” , “Serîrakirina li dijî dewletê” nedane girtiyan û bi bîr xist ku îtîrazên girtiyan hatine redkirin.    MUDAXILEYA AZADIYA RAMANÊ    AYM’ê di biryara xwe de destnîşan kir ku nedayîna rojname û kovaran ya girtiyan mudaxileya azadiya raman û ragihandinê ye û diyar kir ku derbarê weşanên ku girtiyan xwestine de tu biryarên komkirinê an girtinê nînin.   BIRYARA TAZMÎNATÊ   AYM’ê di biryara xwe de da zanîn ku weşanên demkî ku girtiyan pereyê xwe dane û daxwaz kirine ji ber pirsgirêkeke binyadî ya qebûlkirina girtîgehê ye azadiya ramanê hatiye binpêkirin. AYM’ê di biryara xwe de got ku ji ber azadiya raman hatiye binpêkirin di berdela zirarên manewî de biryar hatiye dayîn ku ji her kesên serlêdan kirine re cuda cuda 500 lîre bên dayîn. Di biryarê de daxwaza têkildarî “darizandina ji nû ve” bi hêceta “sûdeke hiqûqî nîne” hate redkirin.    MA / Gokhan Altay