Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin 2022-03-18 15:55:17   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re” de ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî şand û bang li rayedaran kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re de dê ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî bişînin. Di nameyê de qala binpêkirinên li girtîgehan tê kirin. Komîsyonê, nameya xwe li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê ragihand. Di daxuyaniyê de pankarta “18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re: Ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî” hatibû daliqandin.      ‘JI SEDÎ 15-20’Ê GIRTIYAN SIYASÎ NE’   Name, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî, da zanîn ku li gel pirsgirêkên giştî yên li girtîgehan, her wiha li hemberî girtiyên siyasî sepanên taybet hene. Bi domdarî Yolerî ev tişt anî ziman: “Me jî xwest van binpêkirinan bi nameyekê bînin ziman. Me xwest ku saziyên pêwendîdar di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di darazê de girtin, divê rewşeke îstîsna be lê ev yek di mijara girtiyên siyasî de êdî bûye qaîdeyek. Ji 300 hezar girtiyan ji sedî 15-20’a jê girtiyên siyasî ne. Ji ber şert û mercên girtîgehan û sepanên rêveberiyên girtîgehan, hejmara girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û bûyerên xwekuştinê bêhtir bûne.”    HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Yolerî, bal kişand ser rapora 2021’an a Girtîgehên Herêma Marmarayê û diyar kir ku 6 hezar û 222 binpêkirin hatine tespîtkirin û ev jî nîşan dide bê ka li girtîgehan rewşeke çawa heye. Yolerî, destnîşan kir ku ji mafê tenduristiyê heta mafên ragihandin, hevdîtin û gelek mijarên din; gelek mafên girtiyan tên binpêkirin û bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî, hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Bi domdarî Yolerî got ku rayedar dikarin van pirsgirêkan di çarçoveya rêgezên Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan û hiqûqa navneteweyî de çareser bikin.    SEPANÊN TAYBET ÊN LI GORÎ ŞEXSAN   Di berdewamê de Yolerî bal kişand ser rewşa li Îmraliyê û wiha domand: “Li dijî girtiyên siyasî rejîma tecrîda giran tê sepandin. Ev girtî li gorî girtiyên din bêhtir di girtîgehê de dimînin. Tevî biryarên DMME’yê jî, li dijî girtiyên siyasî yên bi muebbeta giran tên darizandin, sepaneke mîna cezayê îdamê de meriyetê de heye. Divê dev ji vê sepana li dijî maf û hiqûqa gerdûnî berdin. Weke li Girtîgeha Îmraliyê tê dîtin, sepanên li gorî şexsan hatine çêkirin di meriyetê de ne. Bi sererastkirinên nû re ev helwest tê xurtkirin.”    NEWEKHEVÎ KÛRTIR BÛ   Yolerî, daxuyand ku bi Qanûna Jimar 7242 a di 14’ê nîsana 2020’an de hatiye derxistin û bi rêziknameya nirxandina hikman û navendên çavdêrî û dabeşkirinê de ku di 29’ê kanûna 2020’an de hatibû derxistin re newekheviya di navbera girtiyan de zêdetir bûye. Yolerî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi wesîleya vê rojê em careke din bang li hemû rayedar û saziyên pêwendîdar dikin ku pirsgirêkên me li jor vegotine, li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî û mafên gerdûnî çareser bikin.”    Piştî daxuyaniyê jî dê nameya vekirî li ser PTT’ê ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re bê şandin.