Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin 2022-03-18 11:13:19   RIHA - Polîsan di 14’ê hezîrana 2021’an de bêyî destûra dozgeriyê, Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kiribûn. Parêzerên malbatê giliyê polîsan kiribû lê walîtiyê nehêla derheqê polîsan de lêpirsîn were desptêkirin.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 14’ê tîrmeha 2021’an roja 128’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê, di ketina bajêr de hatibûn binçavkirin. Malbata ku beriya serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan hatibûn binçavkirin, ji ewil biribûn Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û piştre jî biribûn Qereqola Polîsan a Sarayonuyê.    Parêzerên Emîne û Ferît Şenyaşar ji hêzên ewlekariyê pirsî bûn bê ka ji bo binçavkirina miwekîlên wan biryara fermî heye yan. Polîsan diyar kiribû biryareke bi vî rengî nîne. Parêzeran piştre jî bi dozgerê nobedar re hevdîtin kir û heman tişt pirsîn. Lê dozger jî da zanîn ku fermaneke fermî nîne.    Li ser vê yekê jî parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê 11 polîsên ku Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kiribûn, kir. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo lêpirsînê destûr ji Walîtiya Rihayê xwest lê walîtiyê bi vê hincetê daxwaza doger red kir: “Kar û barên di 14’ê tîrmeha 2021’an de ji hêla polîsa ve hatiye kirin, di çarçoveya dosyeya gazinkeran de û bi fermana Dozgerê Komarê hatine kirin.” Walîtiyê destnîşan kir ku yekîneyeke ku derheqê Emîne Şenyaşar de 2 lêkolîn û 2 lêpirsînên cuda dikin heye, di dema kar û baran de bangî wergêran hatiye kirin, parêzer hatine sekinandin û dema vê pêvajoye didin ber çavan jî, kar û barên heyî di dema xwe de û li gorî qanûnan hatiye kirin.    TEVAHIYA ROJÊ DI BIN ÇAVAN DE MAN    Ji parêzerên malbatê Mehmet Alî Aslan ku di dema binçavkirinê de li Qereqola Sarayonuyê bû, diyar kir ku wê demê wan xwest têkildarî lêpirsînê agahiyan bi dest bixin lê hêzên ewlekariyê tu agahî nedane wan. Aslan, ev agahî dan: “Digotin ku biryara binçavkirinê heye lê biryara nivîskî nedan parêzeran. Dozgerê nobedar jî bi devkî got ku fermaneke wan a bi vî rengî nîne. Lewma me jî giliyê wan polîsan kir. Lê walîtiyê nehêla derheqê vê derhiqûqiyê de lêpirsîn were destpêkirin. Walîtî çiqas bibêje di demeke maqûl de hatiye kirin jî, ev yek rast nîne. Tenê ji bo tespîtkirina nasnameyekê jî miwekîlên me bi saetan li Qereqola Polîsan a Sarayonuyê hatine sekinandin. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide bê ka bêhiqûqiyeke çawa heye. Ji bo ku derheqê wan polîsan de lêpirsîn were destpêkirin, em ê li Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê îtîraz bikin.”