Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome 2022-03-18 11:06:30   ÊLIH - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Batmanê Huseyîn Sarik diyar kir ku amadekariyên wan ber bi dawiyê ve diçin û li her cihê ew diçinê bi kelecana Newrozê tên pêşwazîkirin.    Yek ji navendên ku her sal pîrozbahiya Newrozê bi coş û heybet lê derbas dibe jî Batman e. Pîrozbahiya Newrozê ya li Batmanê dê di 20’ê adarê de saet li 10.00’an li Qada Newrozê ya li taxa Pazaryerî bê lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Batmanê Ayşe Acar Başaran, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak dê wek axiver beşdarî Newrozê bibin. Hunermend Servet Kocakaya, Şîlan Dora û Karmete jî dê konser bidin. Komîteya Amedakar a Newrozê ji bo tevlibûna pîrozbahiyê gund bi gund û tax bi tax digerin û belavokan li xelkê belav dikin û amadekariyên Newrozê didomîne. Li navenda bajêr afîşên Newrozê li bilboardana hatin daliqandin.    LI NAVÇEYAN AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN    Hevberdevkê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Batmanê Huseyîn Sarik anî ziman ku wan di 14’ê mehê de starta Newrozê dane û li navçeyên Qubînê, Hezo, Kercews, Heskîf û Sasonê agirê Newrozê vêxistine û ji bo Newroza navendê zend û bendên xwe girê dane û amadekariyan dikin.    Sarik anî ziman ku çend roj ew gund bi gund, tax bi tax, cade bi cade digerin û xelkê û esnafan vedixwînin pîrozbahiya Newrozê û her cihê ew diçinê bi coş, kelecan û bextewariya Newrozê tên pêşwazîkirin û dibin şahidê wê coşa gel.    DÊ JI GELEK NOKTEYAN WESAYÎT WERIN RAKIRIN    Sarik da zanîn ku ew ê ji navçeyan û gundan ji bo hatina Newrozê wesayîtan rakin û her wiha dê ji taxên navendê yên dûrî qada Newrozê jî wesayîtan rakin. Sarik diyar kir ku li qadê amadekariyên wan didomin û wesayîtên anonsê dê heta şeva Newrozê li her taxan banga tevlibûna pîrozbahiyê bikin û dê gelek kesan jî wê rojê li qadê wezîfedar bikin.    BANGA TEBLIBÛNA PÎROZBAHIYÊ    Sarik anî ziman ku bi dehan sal e xelkê Batmanê diherike qadên Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê kurd roja moral û motîvasyonê ye. Wê agirê Newrozê di 20’ê mehê de li Batmanê geş bibe û dê gel bi berxwedêrî û hêvî li dora azadiyê qîr bike. Ev berxwedan dê bibe mizgîniya heyamek nû. Em gazî tevahiya xelkê xwe Batmanê dikin ku roja 20’ê adarê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.”