Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke 2022-03-18 10:26:09 MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd “Roja azadiyê ye” û wiha got: “Ji bo ku Newroz bi coştir û bi tevlibûneke xurtir derbas bibe, banga min ji bo gelê me ew e ku tev li pîrozbahiyan bibin. Ev erk û berpirsyariyeke.”  Newroza îsal dê li 72 navendan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozan li her deverê jî bênavber didomin. Di pîrozbahiyên Newrozê de dê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd, yekitiya neteweyî û rewşa girtiyên nexweş derkevin pêş. Têkildarî pîrozbahiyên Newrozê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bi ajansa me re axivî.    ‘NEWROZ, ROJA AZADIYÊ YE’   Ahmet Turk, di serî de bi gotina “Ez Newroza gelê me bi germahiya agirê Newrozê pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Newroz ji hêla gelên cîhanê bi taybet jî gelên Rojhilata Navîn û Qefqasyayê ve tê pîrozkirin. Lê ji bo kurdan rojeke gelek girîng e. Ji bo me Newroz, roja azadiyê ye. Roja xwedîderketina li nasnameya xwe, diyarkirina pêşeroja xwe û wateya têkoşînê ye. Divê bi vî awayî bê zanîn. Bêguman pîrozbahiyên Newrozê her tim gelek bi coş derbas bûn. Peyamên di Newrozê de hatine dayîn, tevlibûna gelê me û bi vekirî vegotina daxwazên xwe, em her tim gelek dilşad kirin. Hêvîdarim ku em îro jî heman keyfxweşiyê bijîn.”    ‘GIRÎNGIYÊ BI PÎROZBAHIYÊN KURDAN DIDIN’   Turk, diyar kir ku hemû cîhan girîngiyê bi pîrozbahiyên Newrozê yên kurdan tînin û wiha got: “Çavê hemû cîhanê gelemperî li ser kurdan e. Hemû kes dibêje; ‘gelo dê tevlibûn çawa be? Dê mîna berê girseyî bin an na?’ Anku çavê hemû kesî li ser me ye. Banga min ji bo gel ew e ku bi tevlibûneke xurt xwedî li vê roja azadiyê, vê roja ku we ber bi xwebûna we, nasnameya we û şexsiyeta we ve dibe derkevin. Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz bikin. Civiyana gelê me ya li dora nirxên demokratîk ên hevpar, vegotina fikr û ramanên xwe û nîşandana sekna xwe, ji bo pêşeroja me tiştekî gelek girîng e. Lewma jî Newroz, rojeke girîng e. Dê bibe peyama; belê kurd xwedî li xwebûn, nasname, cejn û têkoşîna xwe derdikevin be. Lewma banga min a bo gelê me ew e ku hemû kes biherike qada Newrozê.”    NEWROZA DÎROKÎ YA 2013’AN    Di berdewamê de Turk anî ziman ku ji bo wî girîngtirîn Newroz, Newroza sala 2013’an bû ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû xwendin û wiha pê de çû: “Nameya birêz Ocalan û xwendina wê ya li qada Newrozê, rojeke dîrokî bû. Lewma gelek girîng bû. Ji bo pêşerojeke demokratîk peyam dihatin dayîn. Ji bo ku gel xwedî li demokrasiyê derkeve û mafên xwe yên demokratîk heta dawiyê bi kar bîne, peyameke girîng bû. Wê Newrozê mohra xwe li hemû Newrozan da. Coş û tevlibûna wê Newrozê dê tu carî neyê jibîrkirin. Lê gelemperî tevî hemû zext, êriş, gef û astengkirinan jî hemû Newroz bi coş derbas dibin.”    TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KAWA    Bi domdarî Turk diyar kir ku Newroz bi tena serê xwe jî biwate ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna azadiyê ya Kawayê Hesinkar nûjen kir û heta roja me anî. Dê ev Newroz jî bi vê wateyê were pîrozkirin. Dema Newroz bicoş derbas dibin, mirûzê me tevan jî gelek xweş dibe. Ji bo hevalên me yên derve dibe moral. Tevî nexweşiya xwe ya giran û rewşa xwe jî; baweriya min ew e ku dema Aysel Tugluk di ekranên televîzyonê de coşa Newrozê dît, dê bandor lê bibe. Dê wê jî keyfxweş bike. Hewceye ev Newroz ji Newrozên berê bicoştir derbas bibin û tevlibûneke xurtir hebe. Banga tevlibûnê li gelê me dikim. Li gorî min ev erk û berpirsyariyeke.”   MA / Ahmet Kanbal - Bêrîvan Kutlu