25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin 2022-03-18 10:12:36 MÊRSÎN - Hasîbe Îlgen a 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli pîrozbahiyên Newrozê dibe diyar kir ku ew mecbûr in agirê Newrozê vêxin û dema ew girseya Newrozê dibîne gelek şanaz dibe.   Kurd pîrozbahiyên Newrozê wek azadî, serhildan, têkoşîn û berxwedanê pênase dikin. Her wiha vêxistina agirê Newrozê ji bo kurdan tê wateya serî rakirina li dijî serdest û zilmkaran. Agirê Newrozê bi berxwedana her kurdekî li gorî xwe geş dibe. Yek ji dayikên ku bûye remza Newrozê Hasîbe Îlgen e. Ew ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye û niha li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijî. Îlgen 25 sal in bi ala Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) ya di sala 1997’an ve hat avakirin û di sala 2005’an de hat girtin, beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe. Hasîbe Îlgen a 68 salî dibêje heta ku ew hebe dê ala xwe nede tu kesî.    SERPÊHATIYA ALÊ    Hasîbe Îlgen a ku têkiliya di navbera ala DEHAP’ê û agirê Newrozê de çêkiriye ya rast dişibe têkiliya gelek kurdan û Newrozê. Remza agir li ser ala DEHAP’ê ye û ji aliyê gelek kurdan ve ev remze wek agirê Newrozê tê zanîn. Îlgen qala serpêhatiya ala DEHAP’ê ku 25 sal in vedişêre kir û got: “Sala ku partî hat damezrandin, ez li Nisêbînê bûm. Wê çaxê cenazeyek gerilla hat Nisêbînê. Ji bo em xwedî li cenaze derkevin em çûn partiyê. Wê rojê vê alê dan min. Ji wê rojê heta niha ez çûbûm kîjan Newrozê, min vê alê ba kir. Heta ku ez saxbim, ez ê vê alê ba bikim.”    ALA XWE NEDA POLÎSAN    Îlgen diyar kir ku di pîrozbahiyek Newrozê de polîs xwestine ala DEHAP’ê jê bistînin lê wêli ber xwe daye û ala xwe nedaye polîsan û got: “Polîsan di Newrozêd de ala her kesî ji wan sitend. Xwestin a min jî bistînin lê min neda wan. Min ji wan re got ev al her tim bi min re ye. Heta îro kesî ji min nestendiye, hûnê çima bistînin û min neda. Dîsa dibêjim ez ê vê alê qet nedim wan, heta ez saxbim wê bi min re be. Ez ji vê alê hez dikim. Çawa ku bênasname nabe, bêal jî nabe.”    ‘EM MECBÛR IN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIN’    Îlgen anî ziman ku Newroz ji bo wê û ji bo gelê kurd gelek girîng e û wiha domand: “Agirê Newrozê bi tîn e û gelek xweşik e. Ez her sal diçim pîrozbahiya Newrozê. Ez ji ber ku evîndarê gelê xwe me, ji Newrozê hez dikim. Ez ji ber hezkirina Newrozê û gelê xwe diçim pîrozbahiyê. Maneya Newrozê şanazî, kêfxweşî û hezkirin e. Me dikujin jî bila bikujin. Bi hezaran kesê mina me kuştin. Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin.”    KELECANA NEWROZÊ    Îlgen da zanîn ku ew ê ji bo pîrozbahiya Newroza li Mêrsînê ya dê di 19’ê adarê de li Qada Tirmil a Mitîngê were pîrozkirin dê serê sibê zû ji xewê şiyar bibe û got: “Ez ê şeveqê zû rabim û cilên xwe yên kesk, sor û zer li xwe bilim û bi ala xwe herim Newrozê. Newroz roja me ye. Kes neyê jî ez ê bi tenê herim. Dema ez diçim Newrozê û gelê xwe dibînim, şanaz dibim. Ez bi serbilindî diçim pîrozbahiyê û dimeşim.”    MA / Selman Guzelyuz - Cemîl Ûgûr