Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin 2022-03-18 10:12:03   EDENE - Di encama serdegirtina malan ên li Edeneyê de 10 kes hatin binçavkirin.    Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyan, serdegirtin bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine kirin. Di encama serdegirtinan de heta niha 10 kes hatine binçavkirin.     Hinek kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û yên din jî li Midûriyeta Emniyetê ya Ceyhanê tên ragirtin.