Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe 2022-03-18 09:06:10 STENBOL - Nûnerên partiyên sosyalîst diyar kirin ku têkoşîna hevpar a li dijî şer, zilmê û kedxwariyê dê di Newrozê de li hev kom bibe û ji bo tevlibûna Newroza Stenbolê bang kirin.  Newroz îsal dê bi dirûşmeya "Dema dema serkeftinê ye" li 72 navendan bê pîrozkirin. Li Stenbolê jî dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî yên sosyalîst amadekariyên Newroza Stenbolê û girîngiya Newrozê nirxandin.    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, got: "Newroza 2022'yan li Kurdistan û Tirkiyeyê di pêvajoyeke ku potansiyelên berxwedanê li hev kom dibin de berxwedanên nû birêxistin dike."    ARMANC SERKETIN E   Çûbûk, dirûşmeya "dem dema serkeftinê ye" nirxand û got: "Dirûşme bi awayekî pir xwerû têkoşînê dide der û serketinê armanc dike. Di bangawaziyên hatin kirin de xeteke lihevkombûna têkoşînan hat pênasekirin û hemû daxwaz di xwe de hewandin. A rast em behsa pêvajoyeke ku Rêya Sêyem bi ruh û can bûye dikin. Dirûşme jî teqabulî vê dike. Em ji bo li ser pêyan bimînin natêkoşin. Armanca me heye, armanca me em ji faşîzma AKP-MHP'ê û ji patronên kedxwar xelas bibin."    JI NEWROZÊ BER BI 1'Ê GULANÊ VE   Çûbûk, destnîşan kir ku rêxistinbûna Newrozê di heman demê de ji bo sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê rêxistinbûyîna qada 1'ê Gulanê ye jî û got: "Em Newrozê wekî roja têkoşînê dihesibînin. Divê em jî di vê roja têkoşînê de bi perspektîfa antî-şovenîst, antî-kedxwarî, perspektîfa çînê li qadan bin. Divê her kes li qadên Newrozê be."    BERXWEDAN   Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Denîz Aktaş jî bibîr xist ku Newroz sembola berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilmê ye û got: "Gava mirov di vê çaçroveyê de lê mêze bike dê Newroz li dijî şerê emperyalîstan, kedxwariyê û zilmê bibe navenda berxwedanê."    BANGEWAZÎ   Aktaş, destnîşan kir ku di demek ku pêdivî bi têkoşîna hevpar heye de ber bi Newrozê ve diçin û got: "Lewma divê agirê Newrozê bi awayekî gur bê vêxistin. Em bang li tevahiya gel dikin ku em bi hev re agirê Newroza 2022'yan vêxin."    Nûnerê Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok jî destnîşan kir ku dê li dijî polîtîkayên "faşîst" ên tifaqa AKP-MHP'ê Newrozê bi ruhekî şoreşger pîroz bikin û got: "Newroz dê bibe îfadeya têkbirina faşîzmê."    Kok, bang li hemû kedkaran, jinan û ciwanan kir ku bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin.    MA / Kadîr Guney