Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket 2022-03-17 22:18:50   AMED - Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ku pişt parlementeriya wî hatibû betalkirin hatibû girtin, hat berdan.    Parlementerê HDP'ê yê Amedê yê berê Mûsa Farisogûllari ku piştî 9 sal cezayê hepsê yê ji ber Doza Sereke ya KCK'ê lê hatibû birîn hatibû erêkirin,  parlementeriya wî hatibû betalkirin û hatibû girtin. Farisogullari îro hat berdan û ji girtîgehê derket.    Di 18'ê Cotmeha 2010'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê derbarê 154 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Di vê dozê de ku 7 salan dewam kiribû, ceza li 111 siyasetmedaran hatibû birîn û 43 siyasetmedar jî beraet kiribûn. 139 siyasetmedar îtiraz kiribûn û serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabûn. Îstinfam cezayê 89 kesan erê kiribû.    Di nav van kesan de Parlementerên HDP'ê Mûsa Farisogûllari û Leyla Guven jî hebûn. Daîreya ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind di 24'ê Îlona 2019'an de cezayên li Farisogûllari û Guvenê hatibûn birîn erê kiribû û di 4'ê Hezîrana 2020'î de jî parlementeriya wan hatibû betalkirin.   Piştî betalkirina parlementeriyê Farisogûllari û Guven hatibûn girtin.    Parêzerên Farisogûllari, ji ber ku muwekîlê wan berê 5 salan di girtîgehê de maye û herî dawî 21 mehan di girtîgehê de maye û înfaza wî di biniya salekê re maye ji bo berdan bi şerî serî li dozgeriyê dabûn. Li gor agahiyên bi dest ketin Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê raporek amade kiriye û bi vê raporê pêşî li ber berdana Farisogûllari girtiye.    Piştî vê parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê daye û dadgeriyê xwestiey rapor çardên di be rçavan re bê derbaskirin. Desteya Çavdêriyê jî raporek nû amade kiriye. Bi rapora nû re FArisogûllari îro danê êvarî ji girtîgehê derket.    Malbata FArisogûllari, Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Hevserokên Giştî yên DBP'm Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy û endamên partiyê Farisogûllari li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê pêşwazî kirin.