Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye 2022-03-17 13:56:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Egeyê îsal dê Newroz li 10 navendan bê pîrozkirin û destûra pîrozkirina Newrozê hate dayîn. Ji bo pîrozbahiya Newrozê bi rojane amadekarî tên kirin. Xelkê Herêma Egeyê bi coşeke mezin xwe li benda Newrozê digire.   Newroza îsal dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê berdewam in. Dê Newroz îsal li 72 navendan bê pîrozkirin û tê payîn ku li Herêma Egeyê bi coş derbas bibe. Li gelek deverên Herêma Egeyê bi rojane pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine û ji bo pîrozbahiyên 10 navendan jî destûr hate dayîn.    ÎZMÎR   Amadekariyên Komîteya Newroza Îzmîrê ên ji bo Newrozê bi heftan berê dest pê kiribûn. Her civînên bi gel re li navçeyan hatine kirin, veguherîn pîrozbahiyan. Pîrozbahiya Newrozê ya navendê jî dê îsal di 20’ê adarê saet di 13.00’an de li Qada Gundogduyê bê lidarxistin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, parlamenter Mûrat Çepnî û berdevka demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Pîrozbahî heta saet 18.00’an dê bidome û hunermend Mervan Tan û Roşkar derkevin ser dikê.    AYDIN    Li Aydinê bi pêşengtiya Hêzên Demokrasiyê 4 pîrozbahî dê bên lidarxistin. Dê di 19’ê adarê de li çar navçeyan û di 20’ê adarê de jî li navenda bajêr pîrozbahî bên lidarxistin. Ji bo pîrozbahiya li navendê serî li Walîtiyê hatibû dayîn û walîtiyê bersiva erênî da. Ji bo pîrozbahiyên li navçeyan jî li benda agahiya qeymeqam in.    Bernameya pîrozbahiya li bajêr wiha ye;    * Li navçeya Naziliyê Newroz dê di 19’ê adarê saet 13.00’an de li Eywana Dawetan a Gurbay a li Taxa Prof. Muhammer Aksoy bê pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu weke axaftvan beşdar dibe.   * Li navçeya Germencîkê dê Newroz di 19’ê adarê saet di 13.00’an de li Qada Newrozê ya Taxa Ortaklarê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul dê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibe.    * Li navçeya Sokeyê dê di 19’ê adarê saet di 13.00’an de li Qada Newrozê ya Taxa Savucayê were pîrozkirin û parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê dibe.    * Pîrozbahiya li navenda bajêr dê di 20’ê adarê saet di 10.00’an de li xwarinxaneya Alpler a berê ya li Taxa Osman Yozgatli were lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û hunermed Serwet Ciwan û Ayşenûr Kolîvar dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    DENÎZLÎ   Newroza Denîzliyê dê di 20’ê adarê saet di 12.00’an de li cihê Pazara Esentepeyê ya li navçeya Merkezefendî bê pîrozkirin. Walîtiyê destûra pîrozbahiyê da û dê parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û hunermend Denîz Esmer beşdarî pîrozbahiyê bibin.   BALIKESÎR   Serlêdana ji bo pîrozkirina Newroza Balikesîrê hatiye kirin, hate qebûlkirin. Dê li du navçeyan pîrozbahî bê lidarxistin. Di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 12.00’an de li Eywana Dawetan a Yenî Mahalle ya navçeya Ayvalikê dê Newroz bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede dê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Li navçeya Bandirmayê jî dê Newroz di 21’ê adarê saet di 20.00’an de li Cafeya Garê were pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr dê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Di pîrozbahiyên navçeyan de jî dê hunermendên herêmî derkevin ser dike.    MUGLA   Komîteya Amadekar a Newroza Muglayê jî ji bo pîrozbahiyê serî li walîtiyê da û serlêdana wan hate qebûlkirin. Pîrozbahiya bajêr dê li navçeya Bodrumê were lidarxistin. Pîrozbahî dê di 20’ê adarê saet di 12.00’an de li cihê Pazara Yalikavakê were lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Cambaz dê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Koma Jin, Koma Awazê Azad û Ronî Artîn dê derkevin ser dikê.    MANÎSA   Walîtiya Manîsayê jî serlêdana ji bo Newrozê qebûl kir. Newroza Manînsayê dê di 20’ê adarê saet di 12.00’an de li Qada Laleyê ya li navçeya Yunus Emre bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, hunermend Hozan Serwan û Mûrat Elmastaş tev li bibin.