Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin 2022-03-17 13:52:30 STENBOL - Du şahidên ku navê wan di dosyeya parêzerên Ocalan de derbas dibe diyar kirin ku beyanên di dosyeyê de ne aydê wan in û beyan ji aliyê polîsan ve hatine amadekirin û xistine dosyeyê.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin. Danişîna 3’yemîn a doza parêzeran li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rêzan Sarica, Înan Akmeşe û Mahmût Taşçi û parêzerên xwe Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Onur Ardik û Metîn Îrîz di danişînê de amade bûn.    ‘EV KOMPLOYA EMNIYETÊ YE’    Tê îdiakirin ku Erol Tiryakî yê derbarê parêzeran de îfade daye ji Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 4’an bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Balkêş bû ku dadger sedema “sûcê” ku Tiryakî jê girtî ye jê pirs kir. Dadger îfadeyên ku tê gotin Tiryakî li ser parêzeran daye jê pirsî. Tiryakî diyar kir ku îfadeyên hatine dayîn ne aydê wî ne û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min îfadeyek wiha nedaye. Her wiha ez teslîm jî nebûme, ez çawa îfadeyek wiha bidim.”    PARÊZERAN NAS NAKE    Pişt re jî “şahid” Recep Sade jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû û destnîşan kir ku îfadeyên li dijî parêzeran hatiye dayîn ne aydê wî ne û ew parêzeran nas nake.   Parêzerên Ocalan, Sarica, Akmeşe û Taşçi yên negirtî tên darizandin jî diyar kirin ku tiştek ew ê bêjin tune ye.    Pişt re dozger jî got tiştek ew ê derbarê agahî û belgeyên di dosyeyê de cih digirin de bêje tune ye û xwest xisûsên ku kêm in bên temamkirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Dadgehê ji bo ku şahidê nepen ê li ser Baran Dogan, Sûat Eren û Înan Akmeşe îfade daye were guhdarîkirin, divê karûbar bê kirin û danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.