23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin 2022-03-17 13:13:29   AMED - Hat zanîn ku 23 jinên li Amedê duh hatibûn binçavkirin, bi hêceta tevlibûna meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin. Tê payîn sibê dest bi îfadegirtina jinan bê kirin.    Duh operasyona serdegirtina malan ku navenda wê Amedê bû, siyasetmedar, rêveber û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de 23 jin hatibûn binçavkirin. Binçavkirin li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hatiye.    Hat zanîn ku Kezîban Kuday a li navçeya Silopiya Şirnexê hat binçavkirin, wî jî anîne Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Sînordarkirina hevdîtina parêzeran li gel miwekîlên xwe piştî 24 saetan hat rakirin. Piştî biryara rakirina qedexeya hevdîtinê, parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kir.    LÊPIRSÎN DI MIJDARÊ DE HATIYE DESTPÊKIRIN    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dozgeriyê lêpirsîna daye destpêkirn spartiye meşa jinan a di 25’ê Mijdarê Roja Jinan a Li Dijî Tundiyê ya Navnetewî de ku li dar xistibûn û lêpirsîn ji wê demê ve hatiye destpêkirin. Roja 25’ê Mijdarê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê jin li hev kom bûbûn û xwestibûn ji Xaçerêya Dinyayê heta Parka Roboskî bimeşin lê di navbera polîs û jinan de rageşî derketibû.    Hat zanîn derbarê jinan de 4 rojan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û tê payîn sibê li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên her 23 jinan bê girtin.    NAVÊ JINÊN HATINE BINÇAVKIRIN    Navê jinên hatine binçavkirin wiha ye: Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, rêvebera Rosayê Nevîn Oyman û endama Rosayê Fatma Gultekîn, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm danîne şûna wê, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a qeyûm danîne şûna wê, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya, Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Hevseroka Şaxa TUMBEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik, Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1’an a Amedê Hatîce Efe, Sekretera Jinan a Şaxa BTS’ê Bahar Ulug, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler û Jale Okkan û Sakîne Karadenîz, Bîrsen Guneş, Xezal Yildirim, Safiye Akdag, Esma Efeturk, Yildiz Kardaş, Evîn Yelboga, Ayşe Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner û Keziban Kuday.”