Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc 2022-03-17 12:16:34   RIHA - Malbata Şenyaşar gazî Waliyê Riha û Serdozger kir û got: “Bi bêdengiyê nebin şirîkê sûcê mirovahiyê.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) di roja 374’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û nobedê girtin.    Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeda wan di bin zilmê de didome û nobeda wan bi berxwedanê berdewam dike. Şenyaşar wêneyê ambûlansa di êrişê de hûr û hêr bûbû nîşan da û got: “Ambûlans parçe parçe kirin. Bavê min tê hewarê û carek din ji nexweşxaneyê derneket. Em dixwazin bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê deriyê wî li me girtî ne. Raya giştî li benda daxuyaniya dozgeriyê ye. Bila Serdozger û Waliyê Rihayê nebin şirîkî vî sûcê mirovahiyê. Em edaletê dixwazin. Wek din tiştekî naxwazin.”