Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê 2022-03-17 12:02:12   ENQERE - Parêzera Çavdêra Şopandina Kiryar Diyar Parêzer Esra Kiliç, diyar kir ku piştî 6 mehan wê Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê. Kurê Anter Dîcle Anter jî got ku demborî tê wateya parastina kujeran.    Doza ku derbarê kuştina Nivîskarê Kurd Mûsa Anter de hatibû vekirin, ma 6 meh ku bikeve ber demboriyê. Doza Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê û doza Ayten Ozturk ku di sala 1993'yan de ji aliyê Mahmût Yildirim bi navê kond "Yeşîl" ve hat kuştin re hat yekkirin û li benda demboriyê hat sekinandin. Wê dosya di meha îlonê de ji refan bê rakirin. Parêzera Çavdêra Şopandina Kiryar Diyar Parêzer Esra Kiliç ku dozê ji nêz ve dişopîne û Kurê Anter Dîcle Anter derbarê dozê de axivîn û bertek nîşanî helwesta li dijî dozê dan.    'WÊ DELÎLÊN JÎTEM'Ê DERNEKEVE HOLÊ'   Parêzer Esra Kiliç, diyar kir ku diyar kir ku piştî 6 mehan di meha îlonê de wê Doza Anter bikeve ber demboriyê û bê girtin û wiha got: "Bi demboriyê re wê îtîrafên îtîrafkar Abdulqadîr Aygan ên derbarê JÎTEM'ê de ji aliyê darazê ve qet neyên guhdarkirin û lêkolînkirin. Ji ber ku wê bersûcê herî girîng ê dozê neyê guhdarkirin û daxuyaniyên wî baş neyên lêkolînkirin wê derbarê rêxistin û xebatên wê de tu delîl dernekevin holê. Her wiha bêyî ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û kêmasiyên ku hatibûn destnîşankirin baş bên nîqaşkirin wê biryar bê dayîn."   'DEMBORÎ TÊ WATEYA PARASTINA KUJERAN'   Kurê Anter Dîcle Anter jî da zanîn ku ji roja destpêkê ve derbarê kuştina bavê wî de lêpirsîna pêwîst nehatiye kirin û ev tişt anîn ziman: "Îfadeya Abdulkadîr Aygan ku şeva bavê min hat kuştin li wir bû nehat giritn. Orhan Mîroglû dibêje, 'JÎTEM'ê kuşt'. Divê ev derkevin holê û destpêkê dadgeh hebûna JÎTEM'ê bi awayekî fermî qebûl bike. Lê hêza wan a vê yekê tune ye. Lewre heke qebûl bikin ku JÎTEM saziyeke dewletê wê qebûl bikin ku dewletê cînayeta Mûsa Anter pêk aniye. Di bûyerên kiryar ne diyar de demborî tune ye. Wê rastî derkevin holê. Demborî tê wateya parastina kujeran. Li welatê me artêşa kujeran digere."   'EM Ê PÊVAJOYA DADGEHÊ BIDOMÎNIN'   Anter, diyar kir ku wê bi demboriyê re bê asta dawîn a bêhiqûqiyê û ev tişt got: "Wê doz biçe Dadgeha Bilind û piştre wê îtîrazên me çêbibin. Em ê careke din dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Em heq û hiqûqê dixwazin. Li Tirkiyeyê pergalek heye. Derdê me rakirina vê pergalê ye. Şerê me li dijî vê ye. Em ê pêvajoya dadgehê bidine domandin. Divê raya giştî hê bêtir li dozên wiha xwedî derkeve. Tenê bi bîranîna rojekê têr nake."   MA / Zemo Aggoz