AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive 2022-03-17 11:37:19 ENQERE - AYM dê di 22’yê adarê de ji bo serlêdana parlamentera HDP’ê Semra Guzel bicive ku parêzbendiya wê hatibû rakirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dê ji bo serlêdana şexsî ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel bicive ku parêzbendiya wê hatibû rakirin. Hat zanîn ku Lijneya Giştî ya AYM’ê dê di 22’yê de adarê de serlêdana Guzel têxe rojeva xwe.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Guzel de 2 fezleke şandibûn Meclisê û bi dengdayîna di 1’ê adarê re jî parêzbandiya Guzel hatibû rakirin. Guzel, ev biryar şandibû AYM’ê.