Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye 2022-03-17 11:06:12 AMED - Serokên partiyên Kurdistanî ku di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê kirin û gotin: “Dem dema serkeftin û yekitiyê ye.”  Newroz tê. Gelê kurd bi taybetî xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade dike. Newroza mezin a fînalê li Amedê dê roja 21’ê Adarê bê pîrozkirin. Îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” dê li 72 navenda were pîrozkirin. Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, pîrozbahiyên Newrozê nirxandin û banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê kirin.    ‘DIRÛŞM LI GORÎ RUHÊ DEMÊ YE’    Ahmet Kaya bal kişand ser dirûşma Newrozê ya “Dem dema serkeftinê ye” û got: “Demek dirêj e kur dli çar aliyên Kurdistanê û bi taybetî li başûrê Kurdistanê têkoşînek ezamet didin. Di demek wiha de ku zext û astengî li ser siyaseta kurd heye, dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ jî dibe destpêkek. Dirûşma Newrozê li gorî ruhê pêvajoyê ye. Daxwazên kurdan êdî li ser îktidarê tesîrek çêdike. Em di pêvajoyek wiha de ne. Êdî divê ev serkeftin derkevin holê.”    TECRÎDA LI SER OCALAN    Kaya diyar kir ku di deklarasyona Newroza îsal de daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya kurd û nasîna zimanê kurdî cih digirin û wiha got: “Di nava daxwazên me de ji bo ku birêz Ocalan dikaribe ji bo aştî û çareseriya li başûrê Kurdistanê bikeve dewrê, divê tecrîda li ser were rakirin û heta tecrîd ranebe jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog nikarin bên destpêkirin. Bi tecrîdkirina Ocalan re girtî jî tên tecrîdkirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin dê zext û tecrîda li ser girtiyan jî kêm bibe.”    ‘DEM DEMA SERKEFTIN Û YEKÎTIYÊ YE’    Kaya anî ziman ku wê bi milyonan gelê kurd roja Newrozê li qadan daxwazên xwe qîr bike û got: “Yek ji daxwazên girîng jî perwerdehiya bi zimanê kurdî ye û fermîkirina zimanê me ye. Zimanê me xeta me ya sor e. Daxwazek me ya girîngtirîn jî yekitiya neteweyî ye. Xeyala me ya mezin sazkirina yekitiya neteweyî ye. Em lê dinêrin heta ku em yekitiya xwe ya netewî ava nekin, em nikarin tiştên mezin jî bi ser bixînin. Çawa ku dem dema serkeftinê ye, ewqas jî dem dema yekitiyê ye. Em bi vî ruhî gazî xelkê xwe dikin ku tevli pîrozbahiyên Newrozê bibin.”    ‘DIVÊ OACLAN AZAD BIBE’    Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî da zanîn ku daxwazên di Newrozê de dê bên qîrkirin girîng in û got: “Daxwaza rakirina tecrîdê gelek girîng e. Daxwazaiya azadiya birêz Ocalan û girtiyan girîng e û divê xwedî li vê azadiyê were derketin. Me jî wek partiyên tifaqa Kurdistanî hevfikir bûn ku ji bilî HDP’ê û DBP’ê divê xwedî li azadiya birêz Ocalan bê derketin. Ocalan 24 sal in girtî ye û divê êdî were azadkirin.”    'ROJA ROJA YEKBÛNÊ YE’    Çîftyurek bal kişand ser geşedan û qewimandinên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de wê tesîra xwe li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî dê li Kurdistanê bide nîşandan. Dewletên wek Îran, Sûriye û Tirkiyê dixwazin kurdan bitirsînin. Yanî mîna tişta ku niha li Ûkraynayê diqewime dixwazin bînin serê kurdan jî. Lewma em bang li gelê xwe û li çar parçeyên Kurdistanê dikin; roj ne roja belavbûnê ye, roj roja ku em parçebûnê deynin aliyekî û roj roja xwedî derketina serkeftin û destkeftiyên me netewî ye.”    ‘BILA ÎKTIDAR BI MILYONAN KURD BIBÎNE’    Çîftyurek destnîşan kir ku Newroza 2022’yan Newroza serkeftinê ye û got: “Gelê kurd ji her demê bêtir nêzî serkeftinên mezin e. Divê destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bên parastin. Ev derfetên me yên parastinê jî hene. Wê bi milyonan gelê kurd li qadên Newrozê nîşan bide ku çareserî ne li Ewropayê ye, çareserî li Kurdistanê ye. Bila bi milyonan xelkê me biherike qadên Newrozê ku îktidar vê beyanê bibîne.”    MA / Ergîn Çaglar