Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be 2022-03-17 09:10:32   ENQERE - Dîrokzan Mehmet Bayrak, diyar kir ku Newroz sembola serîhildana gelê mazlûm a li hemberî rêvebiriyên zilimkar e û got, Newroza îsal dê ne kêmî Newroza 2013'an be.    Newroz ku xwe disipêre bi hezaran salan, her diçe agirê wê bi coşeke hîn mezintir gurtir dibe. Dîrokzan Mehmet Bayrak, anî ziman ku gelên wekî kurdan ên ji bo rizgariyê têdikoşin Newrozê wekî cejna vejîn, rizgarî û azadiyê bi nav dikin û Newroz bi taybetî ji bo gelê kurd pir girîng e.    PEYAMA OCALAN   Bayrak, ewilî bal kişand ser Newroza 2013'an û got: "Gelê kurd li bajarê xwe yê qedîm Amedê bi beşdarbûna zêdetirî milyonek mirovan Newroz pîroz kir. Ev, belkî jî di dîroka vê çalakiyê de astek e. Her wiha axaftina Ocalan ku tê de peyamine girîng hebûn, xîtabeta rewşenbîrê kurd Dr. Abdullah Cevdet a di 1909'an de, nameya muxtirayê ya Dr. Şukru Sekban ku ji hikûmeta Enqereyê re şandibû û memorandûma rewşenbîrên kurd ên li dîasporayê ku di şexsê Îsmet Paşa de dabûn hikûmetê anîn bîra min. Bi taybetî ger danezana dawî ya piştî red û înkarekê esas bihatana girtin, dê neyînîyên piştî vê rû dan, yek jî çênebûna. Hêvîdar im peyama Ocalan esas bê girtin û em bigihên demokrasiyeke rasteqîn."    WIJDANÊ CIVAKÊ    Bayrak, anî ziman ku dîroka Newrozê xwe disipêre 2 hezar û 600 sal beriya niha û got: "Çavkaniyên nivîskî yên di dest me de wisa dibêjin. Belkî çavkaniyên mîtolojîk ên xwe disipêrin dîrokek hîn dûrtir jî hebin. Lê tê bawerkirin ku Newroz ji ber bûyereke 2600 sal berê li erdnîgariya Îranê çêbûye, rû daye. Civak her diçe ji Dehaq acis dibe û ji ber vê bêaramiyek rû dide. Ji bo xelasiya ji vê zordariyê civak serwext dibe. Kawayê Hesinkar ku wijdanê civakê temsîl dike, Dehaq ji holê radike û dibe lehengek."    ‘CEJNA RIZGARIYÊ'   Bayrak, destnîşan kir ku Newroz li cem gelên wekî kurdan ên doza rizgariyê dikin watedartir dibe û got: "Hin civakên Tirkiyê jî Newrozê wekî cejna biharê pîroz dikin, lê li gor civakên din li cem kurdan awayê pîrozkirina wê cudatir e. Lewma hem di mîtolojiya kurdan de hem jî di dîroka kurdan de heye. Mem û Zîn jî di nav de gelek helbestvanên kurd Newrozê wekî cejna rizgariyê, roja nû û ronahiyê esas girtine û helbest li ser çêkirine. Her wiha di stranên kurdî de jî xwedî cihekî cuda ye."    ‘SEMBOLA SERHILDANÊ'   Bayrak, destnîşan kir ku wijdanê civakî yê gelekî çi di xwe de bihewîne naveroka kelepûra wan jî li gor wê şikil digire û bal kişand ser wateya Newrozê ya ji bo gelê kurd û civaka elewî. Bayrak, bilêv kir ku bi kurtasî Newroz sembola serîhildana gelê mazlûm a li hemberî rêvebiriyên zilimkar e.   Bayrak, anî ziman ku rêveberê zalim Dehaq ji bo xwe bi xelasiyê bixe tevahiya civakê ji xwe re kiriye qurban, lê pêşî wezîrên wî û paşê tevahiya civakê li ber rabûne. Bayrak got: "Sirf ji bê fêdeya kesekî civak dihat fedakirin. Kawayê Hesinkar ku civakê temsîl dikir, Dehaq ji holê rakir. Piştî tarîtiyê ronahî tê. Çewisandin û tahde her tim dibin sedema bertekan. Ev bi geşedanên dîrokî û civakî sabît e. Newroza niha jî li gor vê rasteqîniya dîrokî û civakî tê pîrozkirin. Nehatiye dîtin ku zilm û zilimkar heta hetayê ne. Lewma helbestvan û ramanwer gotine, piştî tarîtiyê ronahî tê."    NAVEROKA WÊ   Bayrak, destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî naverokeke polîtîk e û lewma bi salan hatiye qedexekirin û got: "Wekî cejna bihar hat pêşkeşkirin, lê ev li bara kurdan bi awayekî din hat fêmkirin û pîrozkirin. Feraseyên ku ev yek dîtin rabûn ew qedexe kirin. Helbet ev yek li bara civakê bû cihê bertekên mezin. Ji lew re ev kelepûreke bi hezaran salan e. Îja gava bi wijdanê civaka kurd û gelên bindest re dibe yek, pîrozkirina wê bivê nevê ye."    NEWROZA 2013'AN    Bayrak, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê ew pîrozkirina bihişmet a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di Newrozê de jî xwe bide der û wisa bawer dike ku dê Newroza îsal ne kêmî ya sala 2013'an be.    MA / Zemo Aggoz