Cil û bergên Newrozê amade ne 2022-03-17 09:09:48 AMED - Yasemîn Suleymanoglû ya li Amedê karê cildirûnê dike diyar kir ku beriya Newrozê daxwaza cil û bergên netewî zêde bûye û ji ber qeyrana aborî cilên yek reng tên tercîhkirin.  Li Amedê ji pîrozbahiyên Newroza ku dê bi dirûşmeya “Niha dema serkeftinê ye” were pîrozkirin û ji 7 salî heta 70’ê salî her kes bi awayekî kelecan li benda roja Newrozê ye. Ji bilî partiyên siyasî welatî jî amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiya di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bê lidarxistin didomînin. Welatiyên ku ji bo Newrozê amadekariyan dikin, li cildirûnên ku cilên herêmî ango netewî didûrin ketine dorê. Ji ber eleqeya zêde dirûnkar zehmetiyê dikişînin. Yek ji dikana cildirûnê ku ev eleqe lê zêde ye jî dikana bi navê Lewendî ya li ser Cadeya Melîk Ahmet a li navçeya Sûra Amedê ye.    Xwediya kargehê Yasemîn Suleymanoglu jî diyar kir ku îsal ji ber daxwaza zêde kar zêde bûye. Suleymanoglû bi lêv kir ku zêde bûna kar beriya Roja Jinan a Cîhanê dest pê kiriye û da zanîn ku 20 sal in bi hezkirin vî karî dike. Suleymanoglû, anî ziman ku ji ber cil û bergên aydê çanda kurdî girîngiyeke taybet dide dirûtinê û wiha got: “Em di meha Adarê de hem diwestin hem jî ji bo me cihê keyfxweşiyeke mezin e. Ji bo çalakiyên di meha Adarê de herkes di nava liv û tevgerekê de ye û bi kelecan in. Em her sal bi vê rewşê re rûbirû ne. Em li vir çar hevalên jin dixebitin. Em bi wan re meha Adarê pêşwazî dikin.”   BIHAYÊ CILAN DADIXÎNE   Suleymanoglû, bal kişand ser qeyrana aboriyê ya li welat ku hêza kirînê daxistiye û wiha berdewam kir: “Êdî her kes nikare van cilan bikire. Lê dîsa jî ji bo mirov van cilan li xwe bikin zorê didin xwe. Hin mirov ji ber nikarin cilên ku dixwazin li qadan li xwe bikin bikirin, gelek xemgîn dibin. Ez bihayê wan dadixînim jî. Ku gelê me ji bo qadan rengîn bikin û bikaribin tevli Newrozê bibin.”   Suleymanoglû, da zanîn ku ji her derên ku Newroz tê pîrozkirin sîparîşan digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em cilên herêmî dişînin her derê cîhanê. Karê me yê derveyî welat jî zêde ye. Bi taybetî beriya Newrozê em gelek sîparîşan digirin. Îro gelê Amedê jî gelek sîparîş dan û bi hemû kelacaniya xwe li benda roja Newrozê ne.”   QEYRANA ABORÎ BANDOR LI RENGAN KIR   Suleymanoglû, bal kişand ser cureyên kincên ku îsal herî zêde hatine siparîşkirin û wiha pê de çû: “Rêza cil û bergên di çanda kurdî de diyar e. Mirov bi reng û motîfên xwe diçin qadan. Bi taybetî jin cilên bi motîfên kulîlkan tercîh dikin. Her wiha kincên bi motîfên kevirî jî hene lê di Newrozê de pir nayên tercihkiri. Ev yek karê me jî hêsantir dike. Îsal cilên bikulîlk, yekreng û rehet têne tercîh kirin. Ji ber kêmbûna hêza kirînê mirov îsal yek reng zêdetir sîparîş dikin. Wan cilan jî bi kemberên rengîn dixemilînin. Her wiha sê modelên cil û bergên mêran jî hene. Ew jî bi tercîha mirov ve girêdayî ye.”   JI BO TEVLI NEWROZÊ BIBIN ROJAN DIHEJMÊRIN   Suleymanoglû, diyar kir ku wan herî zêde di navbera pîrozbahiyên Newrozê yên di salên 2013 û 2015’an de siparîş girtibûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Karê me ji aliyê bazirganiyê ve pir û pir baş bû. Wê salê firotineke me ya bêhempa hebû. Wê salê hema bêje li her mala Amedê mêvanek hebû. Ji bo ku em du hefteyan bixebitin me derman bikaranîn. Ji bo em ser pêyan bisekinin me her tim qehwe vedixwar. Em jî ji bo ku îsal tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin rojan dihejmêrin. Heke em neçin çênabe. Hêvî dikim îsal jî weke her carê bibe Newrozeke bihişmet.”   MA / Ergîn Çaglar