Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin 2022-03-16 21:13:07     DERSIM- Li Dersimê agirê ewil ê Newrozê li gundê Sorek ê navçeya Mazgêrdê hat vêxistin.    Li gundê Sorek ê navçeya Mazgêrdê ya Dersimê agirê ewil ê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vêxistin. Agirê Newrozê li nava meydana gund hat vêxistin. Şêniyên gund li dor agir kom bûn û dirûşmeya "Newroz pîroz be" berz kirin û li ber def û zirneyê govend gerandin.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dersimê Alîvan Onlu, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûrat Aydin û Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî tevli pîrozbahiyê bûn.