Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn 2022-03-16 15:05:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Newroza ku dê li Mêrsîn û Hatayê bê pîrozkirin, destûr hat dayîn. Her wiha HDP’a Ceyhanê jî agirê Newrozê vêxist û banga tevlibûnê li gel kir.   Newroza 2022’yan îsal dê li 72 bajaran bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Yek jê girîngtirîn navendên Newrozê jî Herêma Çukurovayê ye. Komîteyên Amadekar ên Newrozê, ji bo Newrozên Mêrsînê û navçeyên Îskender û Dortyol ên Hatayê serlêdan kiribûn. Serlêdan, bi erênî hatin bersivandin. Di heman demê de li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî agirê Newrozê hat vêxistin.   Di vê çarçoveyê de dê Newroza îsal li Mêrsînê di 20’ê adarê saet 11.00’an de li Qada Tirmilê, li Îskenderûnê di 20’ê adarê saet 11.00’an de li Taxa Buluttepeyê û di 20’ê adarê saet di 10.00’an de jî li Taxa Ocakliyê ya navçeya Dortyolê bên pîrozkirin.    LI CEYHANÊ AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN   Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê dê îsal di 21’ê Adarê de li Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi girseyî pîroz bike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Dayikên Aştiyê, agirê ewil ê Newrozê li ser banê avahiya HDP’a Ceyhanê vêxist. Partiyiyan li dora agirê xelekên govendê gerandin û dirûşma "Bijî Newroz" berz kirin.   Hevserokê HDP’a Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr anî ziman ku Newroz, di şexsê gelê kurd de, cejna azadî û berxwedanê ya hemû gelan e. Aydemîr, ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê bang li gel kir.