KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin 2022-03-16 13:47:55   NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê diyar kir ku wê jin bi binçavkirin û girtinan netepisin û xwest binçavkirî tavilê bên berdan. TJA’yê jî binçavkirin protesto kir.    Li Amedê vê sibehê endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin. KESK’ê têkildarî binçavkirina jinan li navenda xwe ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li cihê civînê pankarta “Têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan nayê astengkirin, binçavkiriyan serbest berdin” hat daliqandin.    'ARMANC TEPISANDIN E’    Sekretera Hiqûqê û Têkiliyên Navnetewî ya KESK’ê Zeynep Erkan Korkmaz di civînê de axivî û da zanîn ku her çalakî û şahiyên jinan tên astengkirin û bi destê darazê zext û operasyon li dijî têkoşîna jinan didome û tê texmînkirin jin ji ber çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê hatine binçavkirin. Korkmaz anî ziman ku her roj jin bi tundiyê re rûbirû dimînin û li şûna ku tundiya îktidara siyasî were rawestandin lê tundî û zextên li ser jinan bi awayek sîstematîk berdewam dike û ev yek hêzê dide tundiya li ser jinan. Korkmaz diyar kir ku ew van binçavkirinan wek “qirkirina jinan” dinirxînin û got: “Li dar xistina vê operasyonê ya beriya Newrozê û 1’ê Gulanê ne tesadufî ye. Armanca operasyonê tepisandina têkoşîn azadî û wekheviyê ya jinan e. Em dibêjin tavilê rêveber, endam û hevalên me yên binçavkirî berdin.”    MÊRDÎN   Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Mêrdînê binçavkirina jinan şermezar kir. Aktîvîstên TJA’yê li ber avahiya HDP’a Mêrdînê daxuyanî da û pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me bitepisînin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu daxuyanî da û got operasyon li dijî destekftiyên jinan hatiye kirin û ev operasyon bêtehamuliya li hember têkoşîna jinan nîşan dide û ew ê li dijî van operasyonan têkoşîna xwe berfirehtir bikin.