Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn 2022-03-16 13:00:10 ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê li navendê starta pîrozbahiyên Newrozê da.    Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê starta pîrozbahiya Newrozê da ku dê di 19’ê adarê de bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê li ser banê HDP'a Şirnexê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'a Şirnexê tev li daxuyaniyê bûn. Jin, bi cilên xwe yên gelerî tev li daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, anî ziman ku Newroz berxwedan, hêvî, cisaret, qîrîn, hevgirtin û yekitî ye û wiha got: “Em ji her zimanî, ji her rengî, ji her dengî û ji her gotinên xwe diqîrin û mil didin milê hev. Em, agirê Newrozê bi awayekî herî xurt pêdixin, ji ber ku ev agir wê mizgîniya ronahiya salên pêş bîne.”   ‘KUJER DÊ BI LANET BÊN BIBÎRANÎN’    Denîz, di berdewamê de bal kişand ser bûyerên Newroza 1992’yan ên Şirnexê û wiha domand: “21’ê Adarê, salvegera Newroza 92’yan e. Di vê rojê de hêzên ewlehiyê bi çekên giran êrîşî gelê me kirin û li gorî daneyên fermî, li navenda Şirnexê 54 welatiyên me hatin qetilkirin. Berpirsiyarên komkujiya Newroza 92’yan dê di dîroka mirovahiyê de her tim bi lanet bên bîranîn. Em, welatiyên xwe yên ku beriya 30 salan di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”   BANGEWAZΠ   Bi domdarî Denîz anî ziman ku dê di 19’ê adarê roja şemiyê li rexê Qada Pîşesaziyê ya Taxa Bahçelîevlerê pîrobahiyê li dar bixin. Denîz, banga tevlibûn li xelkê Botanê kir.    Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş jî Newroz li hemû gelan pîroz kir û bang li hemû kesî kir ku bi coş û kelecaneke mezin tevli Newrozê bibin.     Dê di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran dê tev li bibe. Her wiha hunermend Şiyar Berwarî, Kadîr Çat û Koma Hîvron jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.   Piştî daxuyaniyê jî dirûşma “Newroz pîroz be” hat berzkirin, agirê Newrozê hat vêxistin û beşdaran li dora agir govend gerandin.