Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn 2022-03-16 12:36:10   AMED - Ji bo pîrozbahiyên ku wê li navçeyên Farqîn, Çêrmûk, Erxenê û Hezroyê yên Amedê bên kirin, destûr hat dayîn   Beriya çend rojan ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeyên Farqîn, Çêrmûk, Erxenê û Hezroyê yên Amedê serlêdan hatibûn kirin. Ji bo her çar navçeyan jî destûra Newrozê hat dayîn. Wê Newroza li Hezroyê 17'ê adarê saet di 09.00'an de; Newroza li Erxenê 20'ê adarê saet 10.00’an de li qada Otogarê; Newroza li Farqînê saet di 10.00’an de li qada Azîzoglû; Newroza li Çêrmûkê jî 19'ê adarê saet di 11.00’an de li Mewqiya Hamambaşiyê bê pîrozkirin.