Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne 2022-03-16 12:09:36   RIHA- Malbata Şenyaşar di çalakiya xwe ya îro de diyar kir ku li Meclisê kesên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 373’yan de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin Rihayê û li ser dereskeyên Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Malbat, ji bo parêzer û welatiyên hatibûn edliyeyê re qala têkoşîna edaletê dikin.    Malbatê, li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Civak û wijdan; ji dewlet, pere û desthilatan gelek bihêztir in. Edaleta herî mezin, wijdana gel e. Gel, bi me re ye. Kesên li Meclisê xwe li hemberî vê zilmê bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne.”