Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn 2022-03-16 12:03:34     AMED - Di teqîna Pasûrê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de tên darizandin derket 8 kesan.    Di 12’ê îlona sala 2019’an de li taxa Beyrok a navçeya Pasûr a Amedê teqînek çêbû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî derheqê teqînê de doz hate vekirin. Danişîna dozê îro jî li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di danişînê de parêzerên bersûcan amade bûn. Serokê dadgehê da zanîn ku doza Kenan Barût ku di çarçoveya lêpirsîna derheqê bûyerê de hatibû girtin û doza heyî kirine yek. Bi yekkirina dozan re hejmara bersûcên di dozê de derket 8 kesan.    Di danişînê de meqamê îdiayê diyar kir ku her çiqas dosyeya dozê ji bo amadekirina mutalaayê ji wan re hatibe şandin jî, xwestin ku di çarçoveya yekkirina dosyayê de rewşa girtî ya bersûc Barût bidome. Parêzerên bersûcan jî xwestin ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Piştre jî dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûc Barût berdewam bike û danişîna dozê taloqî 13’ê hezîranê kir.    RABÛRDIYA DOZÊ   Di encama lêpirsîna derheqê bûyerê de, hat îdiakirin ku wesayîtên şaredariyê beriya teqînê li cihê bûyerê xebatên paqijkirinê meşandine û bi vê hincetê jî derheqê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Fatma Ay, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Pasûrê Mehmet Abîdîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay, endamê Meclisa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û operatorê kepçeyê Umît Fîdan de îdianame hatibû amadekirin û doz lê hatibû vekirin.    7 kesên di dozê de negirtî tên darizandin, bi îdiayên “propagandaya rêxistinê kirine”, “Kuştina bi plankirî, bêyî ku destûrê bigirin madeyên talûke li cem xwe girtine û dest guherandine”, “hewl dan yekitî û yekparetiya welêt xerab bikin”, “Pesnê sûc û sûcdar dane”, “Bi bikaranîna agir, av, texrîb, bombe, noqkirin û bi bikaranîna çekên kîmyewî re kes kuştine” tên sûcdarkirin.