Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû 2022-03-16 10:40:41   RIHA - Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên Riha, Dîlok, Mereş, Meletî û Semsûrê diyar bûn ku dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bên pîrozkirin.   Newroza îsal dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên Newroza îsal ên Riha, Dîlok, Mereş, Meletî û Semsûrê diyar bûn.    RIHA   Komîteya Amadekar a Newroza Rihayê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li walîtiya dabû. Serlêdana wan hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê; dê Newroza Rihayê di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 10.00’an de li pêşiya Stadyûma 11’ê Nîsanê bê pîrozkirin. Dê Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û parlamenterê HDP’ê Nûsrettîn Maçi di pîrozbahiyê de biaxivin. Her wiha hunermend Rojda, Erdogan Emîr û Koma Hevra jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.    DÎLOK   Ji bo Newroza Dîlokê jî walîtiyê biryara erênî da. Di vê çarçoveyê de Newroza Dîlokê dê di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 10.00’an de li Qada Newrozê (qada otobûsan a berê) bê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul û endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulcîhan Şîmşek dê biaxivin. Her wiha hunermend Mîkaîl Aslan û Şerzat dê derkevin ser dikê.    SEMSÛR   Newroza Semsûrê dê di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 11.00’an de li rex Mizgefta Mahmût Gurbuz bê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Hûda Kaya û endamê MYK’a HDP’ê Tugut Oker dê biaxivin. Her wiha hunermend Azad Bedran û Koma Jinavaz dê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.    MELETÎ   Li Meletiyê jî dê Newroz di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 11.00’an de li Xaçerêya Emeksîzê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Rûştû Tiryakî dê di pîrozbahiyê de biaxive. Her wiha Koma Çiya dê di Newrozê de derkeve ser dikê.    MEREŞ   Newroza îsal a Mereşê dê di 20’ê adarê roja yekşemê saet di 10.00’an de li kêleka Cemxaneya Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Elbistanê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen dê tev li pîrozbahiyê bibe. Her wiha hunermend Mizgîn Tûran û Agît Işik jî dê di pîrozbahiyê de bi stranên xwe girseyê bicoş bixin.